Ji ber ku bi kurdî pirtûk nivîsiye cezayê hucreyê li girtiyek birîne

Ji ber ku bi kurdî pirtûk nivîsiye cezayê hucreyê li girtiyek birîne

.

A+A-

Mahmût Olgûnê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye ragihandiye ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê û ji ber pirtûka ku bi kurdî nivîsiye jî 5 roj cezayê hucreyê li wî hatiye birîn.

Li Girtîgeha Tîpa L ya bi hejmar 5a Sîlîvriyê di 8ê Çiriya Pêşiyê de bi ser qawîşan de hatibû girtin û nêzî 150 girtî sewqî girtîgeh û qawîşên cuda kiribûn. Parêzerên ku piştî serdegirtinê bi girtiyan re hevdîtin pêkanîne, destnîşan kirine ku girtî hatine derbkirin, dest danîne ser kel û pelên wan. Mahmût Olgûn yek ji girtiyên ku qawişa wî hatiye guhertine tiştên ku rûbirû maye xwe bi telefonê ji malbata xwe re gotiye. 

Ji ber bi kurdî pirtûk nivîsiye ceza birîne

Olgûn, ragihandiye ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û ji ber pirtûka ku bi kurdî nivîsiye jî 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Olgûnî diyar kiriye ku gardiyanan bi gotinên “Êdî ji niha û şun ve hûn ê govendê negerînin. Hûn ê bibînin.” gef li wan xwarine û dest danîne ser pirtûkên wan. Olgûn daye zanîn ku dest danîne ser nameyên wan jî û wiha gotiye: “Dema kesek diçe nexweşxaneyê û tê mehekî bi kesî re naxive. Li dijî koronayê bergiriyek nîne lê ji bo me sînorkirina aktiviteyan koronayê dikin hêcet. Ew bi xwe bêmaske dikevin odeyên me û derdikevin. Dermankirina hevalên me yên nexweş bi hin hêcetan nayê kirin.”

Pirsgirêka Kurd

Dayika Olgûn, Kubar Olgûnê jî diyar kiriye ku careke din jî gardiyanan tundî li kurê wê kiribûn û bi lêv kiriye ku di hevdîtinekê de bi awayekî ku çavê wî mor ew pêşwazî kiribû. Olgûnê aniye ziman ku ev rewş di serdegirtineke qawişê de qewimiye û destnîşan kiriye ku ev tiştên ku jiyane kurteya pirsgirêka Kurd e. 

Kûbar Olgûnê bal kişandiye ser gotina Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan ya “me pirsgirêka Kurd çareser kir” û wiha berdewam kiriye: “Heke pirsgirêka Kurd hatibe çareserkirin çima zarokên me di girtîgahan de dirizin? Çima zimanê me tê qedexekirin? Divê li dijî vê yekê em bibin yek. Em mafê xwe dixwazin. Dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Zalim li qesran rûdinin û dixwin lê ew di girtîgehan de ne.”

Dayik Olgûnê bi lêv kiriye ku ji bilî lawê wê zext û heqaret li girtiyên din jî hatiye kirin. Olgûn, li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin banga yekitiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes ne tenê li lawê min li hemû girtiyan xwedî derkevin.”(AY)

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin