Ji 5 partîyên Tirkîyê paketa hevbeş a destûrê

Ji 5 partîyên Tirkîyê paketa hevbeş a destûrê

CHP, HDP, Partîya Saadet, TîP, Partîya Demokrat û beşek ji rêxistinên civaka sivîl paketeke hevbeş derbarê guhertina destûrê de amade dikin ku di wê projeyasayê de guhertinên derbarê darazê de derdikevin pêş.

A+A-

Rûdaw

CHP, HDP, Partîya Saadet, TîP, Partîya Demokrat û beşek ji rêxistinên civaka sivîl paketeke hevbeş derbarê guhertina destûrê de amade dikin ku di wê projeyasayê de guhertinên derbarê darazê de derdikevin pêş.

 

Beriya destpêkirina gotûbêjên paketa darazê ya guhertina destûrê li parlamentoya Tirkîyê ku ew paket ji alîyê AK Partîyê ve hatîye amadekirin, Partîya Komarî ya Gel (CHP) jî projeyasayekê derbarê guhertina destûrê de amade dike ku îro tê temamkirin.

 

Cîgirê Serokê Koma CHPê Engîn Ozkoç ku xebatên wê projeyasayê koordîne dike, dibêje, “Warê ku bi taybetî em kar li ser dikin, ne derbarê paketa darazê de ye.”

 

Wî berpirsê CHPê aşkere kirîye ku ew amadekarîyên paketeke destûrê dikin ku ji hiqûqa derbeyê hatibe paqijkirin, demokratîk, azadîxwaz be û di encama gotûbêjan de bi awayekî hevbeş ji parlamentoyê derbas bibe.

 

Parlamenterê CHPê gotîye ku ew paket weke reformekê ye û dîyar kirîye, “Ew paketa ku em amade dikin dê bibe bersiv bo hemû pêdivÎyên civakê. Em pêşniyaza derbarê darazê de tê kirin, red nakin. Em li ser lêkolîn dikin û piştre çi xelet an çi rast be em ji wan re vediguhêzin. Lêbelê pêdivîya Tirkîyê bi guhertina destûrê heye.”

 

Li gor medya Tirkîyê, komîsyona guhertina destûrê di bin serokatîya Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Hiqûqnas Prof. Îbrahîm Kaboglu de xebatên xwe birêve dibe û îro ew komîsyon xebatên xwe dibe serî û destpêka heftîya bê jî dê ew projeyasaya hatîye amadekirin, bi raya giştî re bê aşkerekirin.

 

Hatîye dîyarkirin ku ji 9 partîyên li parlamentoya Tirkîyê, AKP,MHP, BBP û ÎYÎ Partî ku hatibûn vexwendin, beşdarî xebatên wê komîsyonê nebûne lêbelê, jibilî CHPê, Partîya Saadet, Partîya Karkeran a Tirkîyê, HDP û Partîya Demokrat beşdarî wê komîsyonê bûne. Herwiha hatîye aşkerekirin ku Wezareta Dadê ya wî welatî jî beşdarî xebatên komîsyonê nebûye, lêbelê, hejmareke baroyan, sendîka, komele û saziyên din ên civaka sivîl li wî welatî beşdarî di wê komîsyonê de kirine.

 

Projeyasaya ku komîsyonê amade kirîye ji 8 madeyan pêk tê û ji bo ku di rojevê de çaksazîyên di warê darazê de hene, derbarê darizandina dadwerî de, 8 made cih digirin. Di nivîsandina 8 madeyan de rêgeza yeksanîya çekan, mafê xwegihandina dadgehê, mafê darizandina li dadgehên serbixwe û bêalî, rêgeza awayê aşkere û bilez, pabendbûna bi biryarên dadgehê û mafê xweparastinê, weke bingeh hatine girtin.

 

Herwiha di paketê de, li şûna Komîteya Dozger û Dadgeran (HSK), avakirina, ‘Komîteya Bilind a Dadê’ tê pêşnîyazkirin ku beşek ji endamên wê bi piranîya dengên parlamentoyê û beşek jî ji alîyê dadgeran ve bên destnîşankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin