Jeffery: Armancên Tirkiye û ABD 'bo herêma ewle' cuda ne

Jeffery: Armancên Tirkiye û ABD 'bo herêma ewle' cuda ne

Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey eşkere dike, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, pêvajoya siyasî tekane rê ye.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey eşkere dike, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, pêvajoya siyasî tekane rê ye.

Jeffrey ji medyaya Tirkiyê re axivî û da zanîn, ew ji ber êrîşên hikûmeta Sûriyê yên li dijî Îdlibê dilgiran in. Êrîşên li dijî Îdlibê dê bibe sedema pêleke panberan û karesateke mirovî.

Got jî, heger Hikûmeta Suriyê li dijî xelkî çekê kîmyewî bikar bîne, ewê bi tundî bersiv bidin. Lê ew dixwazin bi hemahengiya bi Tirkiyê re pêvajoyeke siyasî bi rê ve bibin. Ji bo çareseriyê tekane rê pêvajoya siyasî ye.

Li gor nûnerê Amerîkayê, ew bi Tirkiyê ji bo avakirina herêmeke ewle bakurê Sûriyê gengeşe dikin. Ji avakirina herêma ewle armancên Tirkiye û Amerîkayê ji hev cuda ne. Amerîka ji ber şerê DAIŞê û Tirkiye ji ber xema YPGê dixwaze herêma ewle ava bibe.  Tirkiye dixwaze YPG ji ser sînorê wan bi dûr bikeve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin