James Jeffrey li Dîlokê digel ENK-Sê civiya

James Jeffrey li Dîlokê digel ENK-Sê civiya

Li Dîlokê di navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê ENKS û şandeyeke Amerîkî de derbarê Rojavayê Kurdistanê de civînek hat lidarxistin.

A+A-

Di civînê de Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey û rayedarên Amerîkî cih girtin. Di civînê de bi teybetî li ser Rojhilatê Firadê nirxandin hatin kirin û ji Amerîkayê hat xwestin ku hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bidomîne û li hember gefên li ser Rojava jî aramiyê bi cih bike. Yek ji beşdarên civînê Doktor Kanîwar Resûl jî anî zimên ku wan ji Emerîkayê xwestiye hêzên xwe ji Rojava venekşînin.

Şanda ENKSê di civînê de bal kişand ser rola Pêşmergeyên Roj û vegera Pêşmergeyên Roj a ji bo Rojavayê Kurdistanê wek pêdiviyekê hat nirxandin. Endamê  ENKSê Evdilhenan Ebbas amaje kir ku xuya ye di nexşerêya Emerîkayê ya Sûriyê  de Kurd jî xwedî ciheke girîng in.

Evdilhenan Ebbas dibêje: "Ev cara  duyem e ku têkiliyên me bi wan re çêdibe. Li gorî nêrîna min vê carê bêhtir guhdariya me kirin. Xuya ye ku li cem wan projeyek heye. Dê di rojên pêş de ev jî aşkere bibe."

Li aliyekî din li gor medyaya Tirkiyê, Jeffrey di daxuyaniya xwe de li ser Rojhilata Firatê sozek nedaye rayedarên Tirk û gotiye em xebatan dikin ku rêvebiriyên xwecîhî ava bikin. 

Jeffrey herwiha ji ber xitimîna avakirina lijneya destûrê jî rêvebiriya Esadî bi tundî sucdar kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin