J i PAK-Ewropayê beyanek li ser Efrînê

J i PAK-Ewropayê beyanek li ser Efrînê

PAK-Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa) li gelek welatên Ewrûpayê bi zimanê Ewrûpî beyanek derxist û balê kişand ser rewşa îroyîn a Efrînê û ji Yekîtiya Ewrûpa û hêzên siyasî yênEwrûpî daxwaziya rawestandina şer kir.

A+A-

Destdirêjiya Tirkiyeyê wê bibe sedema trajediyên nû!

Xelkê Afrînê 58 rojan bi canfedayî li ber xwe da. Piştî 58 rojên bombebarankirinê Tirkiyeya ku yek ji welatê NATOyê ye, bi alîkariya DAIŞİyên berê ku nİha navê Hêzên Suriyeya Azad li xwe kirine, terorîstên cîhadîst ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên fînansekirin, bi awayekî hovane Afrîn dagir kirin.

Piştî dagirkirina Afrînê, jiyan û rewşa bajêr bi temamî bû dojeh. Cîhadîstên xwînxwar, dest bi talan û wêrankirina bajêr dikin, destdirêjiya malê xelkê dikin, sembolên çand û olên cuda hildiweşînin, êrîşî goristanên kurdan dikin. Bi darê zorê xelkê bajêr mecbûrî koçberiyê dikin. Dixwazin kurdan ji bajêr dûr bixin, nasnameya bajêr biguherînin.

Şerê Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, li dijî destûra Neteweyên Yekbûyî û hemû peymanên navneteweyî ye. Tirkiye li vê herêma tevlîhev, beyî ku guh bide qanûn û destûrên navneteweyî bi serê xwe tevdigere. Digel biryara Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbesta li seranserê Sûriyeyê, ew di dagirkeriya xwe de berdewam e, herêmê bi şerên nuh tehdît dike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan îro di axaftina xwe de li ser pirsa ku wê Amerika ji Membicê derkeve an na, gef xwarin û got: ”Hodrî meydan! Ez mêran bibînim!”

Tirkiyeyê di van 58 rojan de, bê rawestan, rojane sûcên şerî kiriye û zêdeyî 500 kesî ji xelkên Afrînê hatine kuştin. Divê hêzên civaka cîhanî û Yekîtîya Ewrûpayê ji ber van kirinan bi tundî Tirkiyeyê şermezar bikin.

Rûsya û Îran ku aşkere piştgiriya terora dewleta Tirkiyeyê dikin, ew jî bi van kirinên xwe dibin şirîkê sûcê terora dewleta Tirkiyeyê.

Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û hêzên civaka cîhanî li hember şerê Tirkiyeyê bêdeng man. Loma, ew jî berpirsiyarên vê felaketê û êşê ne.

Destdirêjiya Tirkiyeyê ya bajarên nû, li herêma ne ewle, wê bibe sedema trajediyên nû û qurbaniyên sivîl.

Em Piştgirên PAKê li Ewrûpayê bangî Yekîtiya Ewrûpa, Hêzên civaka cîhanî dikin ku bi tundî terorîzma Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan rawestînin. Em bang dikin ku alîkariya mirovahiyê bi lezgînî bigihîjin kesên sivîl ku di şer de aware bûne.

PAK- Ewrûpa

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin