ISIG: Di meha Îlonê de 175 karkeran canê xwe ji dest dane

ISIG: Di meha Îlonê de 175 karkeran canê xwe ji dest dane

.

A+A-

Li gor raporta Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) a Îlona 2021ê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 175 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane û temenê 5 ji wan karkeran di bin 18 salî de ne ku ji wan re tê gotin zarokên karker.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) raporta xwe ya Îlona 2021ê ya derbarê wan karkeran de ku li ser kar canê xwe ji dest dane eşkere kir. Li gor raportê, 18 jinên karker û 157 karkerên mêr bi giştî 175 karkeran canê xwe ji dest dane û tenê ji wan 7 karker endamên sendîkayê bûne.

Li gor amaran 18 jinên ku canê xwe ji dest dane di beşên kar ên wek çandinî, tekstîl, ragihandin, perwerde, tendirustî, ewlekarî û veguhestinê de kar dikirin. Herwiha 5 koçberên karker jî canê xwe ji dest dane. 3 ji Sûriyê, 1 ji Macaristanê û 1 jî ji Turkmenistanê ne.

Li gor raporta ISIGê, di beşê Çandiniyê de 17 karker û 11 cotkaran bi giştî 28 karkeran canê xwe ji dest dane. Ji ber nexweşiya Coronayê jî 53 karkeran canê xwe ji dest dane.

Herwiha di raportê de tê gotin ku di rêza yekem a parêzgehên herî zêde karkeran lê canê xwe ji dest dane Stenbol e  û parêzgehên Kocaelî, Tekirdag û Riha ya Bakurê Kurdistanê jî di rêza duyem de ne. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 9 mehên 2021ê de bi giştî herî kêm 1674 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin