"Îro roja 'ez, tu, ew'ê nîne, îro roja mezin fikrandinê ye"

"Îro roja 'ez, tu, ew'ê nîne, îro roja mezin fikrandinê ye"

Festîvala piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Kolnê bi coşek mezin û bi bilindbûna ala rengîn bi ruhekî Kurdistanî derbas bû.

A+A-

Îro bi deh hezaran kes ji welatên Holanda, Belçîka, Swîsre, Fransa û bajarên cuda yên Almanyayê li bajarê Koln a Almanyayê bêşdarê Festivala piştgirîya referandûma Serxwebûnê ku di 25ê Ilonê de li Başûrê Kurdistanê çêbibe bûn. Di festîvalê de gelek hunermend û muzîkjenên Kurd jî derketin ser dîkê. Festîval bi coşek mezin û bi bilindbûna ala rengîn bi ruhekî Kurdistanî derbas bû. Festîval di RudawTv de bi zindî hat weşandin.

1002.jpg1003.jpg

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê PAKê Mustafa Ozçelik û Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê   ji festîvalê re peyam şandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî, spasî li gelê Kurd yê derveyî welat kir ku piştgiriyê didin referandûma 25ê Îlonê ku ber bi serxwebûnê ve gav diavêje. Barzanî di beşeke peyama xwe de diyar kir, gelê Kurdistanê êdî bindestiyê qebûl nake û got, Iraq û Kurdistan dikarin bibin du cîranên baş.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di peyama xwe de  dîyar kir ku; “ Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji nuha ve yekgirtina hemû Kurdên cîhanê pêk anîye û ev Festîwala we jî nîşana vê yekê ye.  Nabe ku tu kes, referandûmê bikin qurbana pirsgirêkên navxweyî. Nabe ku di vê pêvajoya dîrokî de tu kes, bi sîyaset û kiryar û hewlên xwe pirsgirêkan, nexweşî û serêşîyan ji xuşk û birayên me yên başûr re derbixin. Piştgirîya referandûmê û ya ‘’ERÊ’’ya serxwebûna erk û berpirsîyarîyeke netewî û  dîrokî ye.
Bi hêvîya ku ev yekgirtina giranbûha û  qedirbilind bibe destpêka tifaq û yekgirtineke hîn berfirehtir û berdewam ya netewî û Kurdistanî.”

Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê di beyana xwe de got; “Me gelek dixwest ku îro em li cem we, di nava we de bûna. Me bi hev re ala şeref û namûsê, ala serxwebûnê bilind bikira! Belê dil û fikra me her bi hev re ye. Welat û miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûr serxwebûn, li Rojava firsenda statuyekê hatîye ber derî. Îro roja hesabên piçûk, roja  “ez, tu, ew” ê nîne. Îro roja mezin fikrandinê; roja hevkarî û yekîtiyê ye. Îro roja ‘qedera xwe bi destê xwe nivîsandinê’ ye!”

Roja Nû/ Koln

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin