Îro 20 sal di ser êrîşên 11ê Îlonê de derbas dibe

Îro 20 sal di ser êrîşên 11ê Îlonê de derbas dibe

.

A+A-

Berî 20 salan, du balefirên neferhilgir, xwe li du burcên 110 qatî xistin, piştî demjimêrek û 42 xulekan, herdû burc bi temamî hilweşiyan û 2 hezar û 606 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê piştî êrîşên 11ê Îlona 2001an cihê herdu burcên Navenda Bazirganiya Cîhanê bûye monûment.

Îro hejmarek ji endamên malbatên wan kesan hatine cihê bûyerê û navê kesên ku hatine kuştin, bi dengekî bilind dixwînin.

Nişteciya Wilayeta Oregon Rose Katabay dibêje "Me hemûyan li ber şaşeya Televizyonên xwe li dîmenên bajarê xwe temaşe dikir. Em li ser wan kesên ku canê xwe ji dest dabûn, xemgîn bûn, herwiha ji bo wan kesên ku kesûkarên xwe ji dest dane jî. 20 sal bi ser wê bûyerê re derbas dibin. Lê wek ku niha çêbûye, em qet ji bîr nakin."

Beşek ji wan kesên ku di van rêûresman de beşdar in, dema ku êrîşên 11ê Îlonê hatin kirin, ew hîn zarok bûn, an jî hîn nehatibûn ser rûyê dinyayê. 

Ew dibînin ku bîranîna salvegera wê bûyerê, tiştekî giring e, ji bo nifşên siberojê li Amerîkayê, daku ji bîr nebe.

Nişteciya Manhattanê Dina David got " Dibe ku gelek sal derbas bin, lê em qet ji bîr nakin wê demê çi bû û jiyana me çawa bû û çawa cîhan bi tevahî xemgîn bûbû. Ev salveger me dibe wê demê".

Di êrîşên 11ê Îlonê de, balefireke din ê li wilayeta Virginia avahiya Pentagon kir armanc, herwiha balefireke din berî ku xwe bighîne Washington DC, li Pennsylvania ket xwarê.

Wê rojê bi giştî, du hezar û 997 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 25  hezar kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Qaîde berpirsayetiya xwe ji wê êrîşê ragihand û Amerîka jî li dijî terorê şer ragihand, di heman salê de şerê Efxanistanê destpê kir, piştre 2003an şerê Iraqê destpê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin