
Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûn sembola berxwedanê
.
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.
Serok Barzanî diyar kir ku wan "ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, bi wêrekî canê xwe gorî kiriye."
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê bi helkefta salvegera 52yan a şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.
"Bûn sembola berxwedanê"
Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir, "Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, bi wêrekî canê xwe gorî kir û ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûn mînak û sembola berxwedanê.
Di salvegera 52yan a bidarvekirin û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em silavan ji bo rihê wan ê pak û rihê hemû şehîdên rêya azadiyê dişînin."
Leyla Qasim û hevalên wê kî bûn?
Leyla Qasima ku bi navê "Bûka Kurdistanê" jî tê naskirin, sala 1952yan li Xaneqînê ji dayîk bû.
Ew 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ve li gel hinek ji hevalên xwe hat îdamkirin.
Sala 1974an, 5 ciwanên Kurd ji aliyê hikûmeta Beasê ve hatin îdamkirin.
Ew ciwan Leyla Qasim, Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemewendî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran bûn.
Saet 07:00ê sibehê 12ê Gulana 1974an, ew her pênc ciwan hatin bidarvekirin.
Nûçeya bidarvekirina Leyla Qasimê di medyaya cîhanî ya wê demê de deng veda û îdamkirina wê wekî bidarvekirina yekem jina di dîroka siyasî ya Îraqê de hat qalkirin.
Piştî şehîdkirina wan, dema ku malbatên wan termên wan wergirtin, dîtin ku çavên şehîd Azad hatine derxistin.
Her wiha di dema îdamê de her du milên wî şikestibûn û laşê wî bi kêran hatibû birîndarkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin