Sefîn Dizeyî: Erdogan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokol şikand

Sefîn Dizeyî: Erdogan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokol şikand

.

A+A-

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî aşkere kir ku di nav du mehên borî de zêdetirî 850 mûşek û dron ber bi navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.

Sefîn Dizeyî îro 12ê Gulanê ji Kurdistan24ê re destnîşan kir, tevî ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji alozî û şerên li navçeyê ye, lê binesaziya aborî û miletê sivîl dibin armanca van êrîşan. Dizeyî herwiha anî ziman ku wan nerazîbûn û protestoyên xwe yên fermî gihandine konsulxaneyên Îranê, ji ber ku êrîş û prupagandeyên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin.

Giringiya Serdana Tirkiyeyê û Protokola Erdogan

Dizeyî serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê wekî serdaneke "pir giring" ji bo vegera aramiyê pênase kir. Herwiha aşkere kir, di civînan de behsa henardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê di ser bendera Ceyhanê re hatiye kirin.

Dizeyî bal kişand ser peywendiyên xurt ên Hewlêr û Enqerê û got: "Serokkomar Erdogan ji ber rêz û dostaniya kûr a bi Serokwezîr re, protokol şikand û heta hewşa ofîsa xwe, Mesrûr Barzanî bi rê kir."

Kêşeyên bi Bexdayê re

Berpirsê Peywendiyên Derve rexne li helwesta hinek aliyên di nav hikûmeta fîderal a Iraqê de girt û got ku ew bi çavê "welatekî biyanî" li Herêma Kurdistanê dinêrin û astengiyên bazirganî û bacên giran datînin. 

Derbarê sîstema nû ya gumrikê (ASYCUDA) de, Dizeyî got: "Herêm ne dijî zelaliyê ye, lê Bexdayê ev sîstem bi lez û bez û bêyî têgihiştineke rast ferz kiriye, ku ev bûye sedema giranbûna bihayê kelûpelan li ser milet."

Diplomasiya Ewropayê ji bo Parastina Qewarê Herêmê

Sefîn Dizeyî herwiha behsa serdanên xwe yên ji bo Fransa, Belcîka, Awistirya, Brîtanya û Hollandayê kir. Herwiha tekez kir ku armanca van serdanan gihandina dengê mafdar ê gelê Kurd û komkirina piştevaniya navdewletî ye, da ku "Qewarê Herêma Kurdistanê" di bin sîwana yasayên navneteweyî de were parastin.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin