Iraq li ser êrîşên Îranê: Emê hemû tedbîrên dîplomatîk di asta herî bilind de bigirin

Iraq li ser êrîşên Îranê: Emê hemû tedbîrên dîplomatîk di asta herî bilind de bigirin

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Iraqê êrişên Komara Îslamî ya Îranê bo ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û tekez li ser wê yekê kir ku dê hemû tedbîrên dîplomatîk di asta herî bilind de bigrin.

Wezareta Derve ya Iraqê îro Duşemê bi tundî êrişên ji aliyê Îranê ve li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê pêk hat û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, şermezar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê dibêje “Ev kiryara yekalî û dijminane wê tevkariyê li aramiyê neke. Me berê jî gotibû ku ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û ewlehiya welatiyan e. Ev gefên berdewam dê rewşa herêmê xerabtir bike û rageşiyê zêdetir bike.”

Do baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.

Li gor zanyariyan, di êrîşa ser Koyê de du kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes birîndar bûne.

Îran hebûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê ku baregeh û navendên wan li Herêma Kurdistanê ji bo xwe weke metirsiyekê dibîne. Lê cîgirê sekretêrê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê dibêje ku Herêma Kurdistanê tu carî ji bo Komara Îslamî ya Îranê nebûye metirsiyek û hertim rewşa Herêma Kurdistanê û berpirsiyariyên Herêma Kurdistanê li ber çavan girtiye.

Di heyama kêmî du mehan de ev cara duyem e ku Îranê bi mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koyê û Zirguwêzê dike.

Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Riza Keibî bû mêvanê bultena Rûdawê ya demjimêr 12:00 ku ji aliyê Senger Ebdulrehman ve hatibû pêşkêşkirin û got “Me dizanibû ku Komara Îslamî dê êrîş bike. Ji bilî tehdîd û propagandayê li ser sînoran gelek tevgerên leşkerî jî hebûn, fermandarên hêzên Sûpaya Pasdaran hertim navê Komale dianîn ziman ji ber ku di wê baweriyê de bûn ku bandora wê li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heye.

Reza Keibî dibêje ku ji bo amadekariya êrîşa Îranê ya çaverêkirî, 10 roj berê wan amadehiya tam li navxwe ragihandibû û hemû amadekarî kiribûn, çeperên xwe tund kiribûn, “Di encamê de îro ti ziyanên me nebûn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin