Iraq li ber zuwabûnê rûbirû maye

Iraq li ber zuwabûnê rûbirû maye

Iraq ku weke welatê xwedîyê du çemên Dîcle û Firatê tê nasîn, ketîye metirsîya wê yek ku ji alîyê du cîranên xwe yên Tirkîye û Îranê ve were zuwakirin, tirsa herî mezin jî zuwabûna her du çeman e ku li ser wan bendav têne çêkirin.

A+A-

Li gor raporteke rojnameya Şerq El Ewset cotkarên parêzgeha Besrayê gelek zirar dîtine û hindik maye ji ber bêavîyê berhemên wan hişk bibin.

 

Cotkarekî ji Besrayê dibêje: “Ji ber zêdebûna rêja xweyê li nav avê û tinebûna ava guncaw, baxçeyên me yên xurmeyê hikş bûn. Xurmeyên me ji cûreyên herî baş bûn û me hinardeyî welatên Kendavê dikir. Lê em neçar man ku zevîyên xwe bi cih bihêlin.”

Mehdî Hemdanî, Wezîrê Çavkanîyên Avê yê Iraqê ragihandîye; rêjeya ava ku ji Tirkîye û Îranê tên û dikevin nav axa Iraqê, %50 kêm bûye. Ev jî ji ber çêkirina gelek bendavan li ser çavkanîyên her du çemên Dîcle û Firatê ye.

Hemdanî ji ajansa AFPê re dîyar kirîye ku wezareta wî li ser stratejîya nirxandina rewşa Iraqê di mijara avê de dixebite, da ku bizanin heta sala 2035an rewşeke çawa derkeve holê, ku senaryoya herî xirab digrin ber çavan.

Herwiha yek ji wan çareserîyên wezaretê jî, çêkirina bendaveke nû ye di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de û ji wê jî, çêkirina kanaleke avê bo deverên çandinîyê yên li başûrê Iraqê.

Ji sala 2018an ve pirsgirêka ava paqij a vexwarinê li parêzgehên başûrê Iraqê serî hildaye. Ji ber vê yekê, zêdetirî 24 hezar welatîyên Besrayê bi ava qirêj bi jehr ketine. Wezîrê Çavkanîyên Avê yê Iraqê dibêje; Iraq çend car ligel rayedarên Tirkîyê gotûbêj kirine ku di dema tijekirina Bendava Ilisû de para Iraqê bidin, da ku Iraq rûbirûyî kêmbûna avê nebe.

Mehdî Hemdanî geşbîn e ku Tirkîye û Îran dê para ava Iraqê berdin.

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin