Îranê rapora Ajansa Navdewletiya Enerjiya Atomî red kir

Îranê rapora Ajansa Navdewletiya Enerjiya Atomî red kir

.

A+A-

 Îranê daxuyaniya Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî yekalî dibîne û dibêje: “Ew helwest dikare bibe astengî li hember alîkariyên di navbera Îran û Ajansê de.”

Balyozê Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Viyennayê Kazim Xerîbabadî, daxuyaniya Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî ku gotiye, Tehran bersiva pirsên ajansê nade, red kir û ew saziya navdewletî bi wergirtina helwestên siyasî li hember Îranê tometbar kir.

Kazim Xerîbabadî got: “Helwestên vê dawiyê yên Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî nîşana nerîna yekalî ya sekretariya wê ajansê ye li hember alîkariyên li gel Îranê û nedîtina asta wan alîkariyan û têkiliyên du alî.”

Herwiha dibêje: “Ew helwest dikare bibe astengî li pêşiya alîkariyên di navbera Îran û Ajansê de.”

Nûnerê Îranê herweha li ser rapora Ajansa Enerjiya Atomî ya derbarê bersivnedayîna Îranê de got: “Ew rapor ne cihê baweriyê ye, ji ber pişta xwe bi çavkaniyên bawerpêkirî girê nedaye.”

Xerîbabadî tekez kir: “Divê ajans ji her cor karên siyasî dûr bikeve û helwesteke zelal li hember gefên atomî yên rejîma siyonîst a Îsraîlê û mana vê rejîmê li derveyî peymana rêgirtin li belavkirinê (çekên atomî) û dijatiya wê ya berdewam li hember xistina tevahiya çalakî û saziyên atomî yên xwe di jêr çavdêriya ajansê de, nîşan bide.”

Roja Duşemê, 07.06.2021 Encûmena Dadwerî ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî derbarê pirsa Atomî ya Îranê de civiya.

Rêveberê Ajansa Navdewlêtî ya Enerjoya Atomî Rafael Grossi piştî civînê got, di civnîna Encûmena Dadwerî de, wî ji dadweran re gotiye ku heya niha jî Îranê bersiva pirsên Ajansê derbarê hebûna şopa uranyûmê li bingeheke veşartî de nedaye. Herweha di derbarê cihekî din yê çalakiyên nehênî yên Atomî de ne ye zanyariyan bide ajansê.

Rafael Grossi go: “Îran gelekî nêzîkî bidestxistina uraniyuma pêwîst ji bo çêkirina çekên atomî bûye.”

Ew daxuyanî di demekê de ne, ku Îran û welatên beşdar di rêkeftina atomî ya bi Îranê re, mijûlî danûstandinan in ji bo ku Amerîkayê vegerînin nav rêkeftinê û dorpêçên li ser Îranê jî rakin. Li hember wê yekê divê Tehran pabendiyên xwe yên atomî bi tevahî pêk bîne.

Heta niha pênc gerên danûstandinan di navbera aliyan de li Viyennayê hatine lidarxistin, lê belê tevî hinek geşbîniyan û hin pêşketinan, çarenivîsa danûstandinan hêj ne diyar e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin