Îranê baregeheke moşekan a li bin erdê ava kir

Îranê baregeheke moşekan a li bin erdê ava kir

.

A+A-

Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir, baregeheke moşekan a li bin erdê ya li qeraxên Kendavê ya li başûrê Îranê avakirine.

Li gor Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî di dema eşkerekirina baregeha moşekan de da zanîn: “Ramana me ev e ku em berevaniya yekparçebûna ax û serxwebûn û piştevaniya hêzên xwe li Îranê bikin. Dijminên me hêza Îranê red dikin.”

Husên Selamî destnîşan kir: “Ji bilî bihêzkirina şiyana berevanî û êrîşkarî û rêlibergirtina dijminan, ti bijardeyeke din a Îranê tune ye, da ku hejmûn û planên xwe bi ser me de nesepînin.” Herwiha eşkere kir: “Ev baregeh yek ji saziyên me ye ku moşekên dûravêj ên hêzên deryayî têde ne.”

Herwiha Selamî eşkere kir: “Baregeha moşekan çend kîlometre dirêj e û hejmareke mezin a hêzên me yên deryayî jî di vê binkeyê de hene. Moşekên wan jî di şerê qeraxên deryayî de moşekên herî pêşketî ne.”

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran diyar kir: “Şiyana hêzên me ya rûbirûbûna gefên dijminan heye, her dem ji bo berevaniya li hember êrîşkaran amade ne, ji bo berevaniya berjewendiyên ava Îranê ya li Kendavê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin