Îranê 3 girtî darve kirin

Îranê 3 girtî darve kirin

.

A+A-

Malpera taybet a taybet derbarê mafê weşana nûçeyên mirov li Îranê dike, ragehand çend rojên borî de li bajarê Meşedê 3 girtiyên ku sunne bûne ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hatine kuştin.

Malpera Herana ragehand: ‘’Hemîd Rast Bala, Seadet Cehanî û Mihemed Elî Arayîş ku sê girtiyên sune bûne li Meşhedê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve bi tewana endamtiya ser bi grubûn îslamiyên selefî yên Partiya El ferqan û eniya hemahengiya netewî ya sune li Îranê, cezayê darve kirinê ji wan re hatibûn dayîn.’’

Ew sê girtiye sala 2015ê ji aliyê wezareta Îtlaatê ve hatibûn girtin û sala 2018ê ji aliyê saziya dadweriya cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn.

Li gor heman çavkaniyê di heman dosyayê de 5 kesên din ên bi navên Ferhada Şakrî, Îsa Eyid Mihemedî, Tacî Mihemed Xurmalî, Hekîm Ezîm û Gurgîc Ebdulrehmen Gurgîc jî bi heman tewanî ve cezayê darve kirinê ji wan re hatiye dayîn, lê hîn ne diyare cezayê wan dê kengî bê bicîhanîn û metirsiya darve kirina wan jî heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin