Îran- Zanayê atomî hat kuştin

Îran- Zanayê atomî hat kuştin

.

A+A-

Li Parêzgeha Tehran, bajarê Absard çend çekdaran gûlle li otomobîla Muhsin Fexrîzade (Mohsen Fakkhrizadeh) barandine.

Îro roja înê 27.11.2020an zana û damezirînerê enerjiya atomî ya Îranê Mûhsin Fexrîzade hat kûştin. Fexrîzade di heman demî de Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) yê Wezareta Parastina Îranê bû.

Li gor zanyariyên medyaya Îranê, li Parêzgeha Tehran bajarê Absard çend çekdarên di otomobîlek3e de gûlle li otomobîla Fexrîzade barandine.

Di encama pevçûna bi çekan de Fexrîzade canê xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin ku 3 êrşikeran jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Parastinê ya Îranê di daxûyaniyê de got: "Roja Înî piştî nîvro, êriş birin ser tirimpêla Serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê Mûhsîn Fexrîzade têde. Di dema pevçûnê de di navbera tîma ewlehiyê û êrişlaran de Fexrîzade bi giranî birîndar bû û hate rakirin bo nexweşxaneyê.

Mixabin, tîmê bijîşkî di vejîna wî de bi ser neket û çend hûrdem berê, ev rêvebir û zanyar, piştî xebat û tekoşîna salan, gihîşt şehadetek berz."

Her wiha medyaya Îranê balkişandin ser axaftina Serokwezîrê Benyamîn Netanyahû. Netanyahû di axaftineka xwe de li dijî xevatên Îranê yên atomî axaftibû û behsa Mûhsîn Fexrîzade kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin