IPI: Di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kuştin

IPI: Di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kuştin

.

A+A-

Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî ragihandiye ku tûndkariya li dijî rojnamegeran hê jî pirsgirêkeke kûrewî ye.

Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî(IPI) rapora xwe ya bi navê “Şopandina Mirinê” ku kuştina rojnamegeran lêdikole weşandiye.

Li gorî raporê di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kuştin. Ji wan 40 mêr, 5 rojnamegerên jin bûne.

28 kes ji ber xebatên xwe bûne hedef, 3 dema nûçeya şer çêkirine, 2 dema nûçeya protestoyan çêdike, û 2 jî li ser wezifeyê tên kuştin. Lêpirsîna kuştina 11 rojnamegeran hê bi encam nebûye.

IPIyê destnîşan kiriye ku ewlekariya rojnamegeran pirsgirêkeke kûrewî ye. Li gor lêkolîna enstîtûyê li Afrîkayê 9, Meksîkayê 7, li Afganistan û Hindistanê 6, Azerbaycan 2, Tirkiye 1, Yunanistan 1 û li Holandayê jî 1 hatine kuştin.

Di raporê de hatiye gotin ku ji 28 rojnamegerên hatine kuştin polîsên herêmî bi tenê ji wan gumanbarê 6an zeft kirine.

Li gorî IPIyê hin rojnameger pêş ku bên kuştin gef lê hatine xwarin. IPIyê weke mînak 3 rojnamegerên jin yên bi navê Shannaz Roafi, Sadia Sadat û Mursal Wahidî ku li bajarê Nangarhara Afganistanê hatibûn kuştin.

Li gorî rapora enstîtûyê di sala 2011an de li tevahiya cîhanê 102 rojnameger hatibûn kuştin ev hejmar di sala 2016an de bûbû 120.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin