ÎDIA: Li Minbicê hêzên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Emerîkayê kir!

ÎDIA: Li Minbicê hêzên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Emerîkayê kir!

Malpera Military Newsa ku wek nêzîkî çavkaniyên artêşa leşkerî tê naskirin diyar kir ku li Minbicê êrîşî leşkerên hevpeymanan hatiye kirin. Malperê diyar kir êrîş, ji aliyê hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatiye kirin.

A+A-

Li Minbica ku yek ji kêşeyên di navbera Tirkiye û Emerîka de ye, êrîş birin ser artêşa Emerîkayê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Sean Ryanî jî ev êrîş pejirand lê behsa êrîşkaran nekir.

Malpera Military Newsa ku wek çavkaniyên xwe yên di nav artêşa Emerîkayê de tê naskirin eşkere kir ku bûyer, di 15ê vê mehê de encam daye.

Li gor malpera Military Newsê, dema leşkerên Emerîkî digel Lijneya Sivîl a Minbicê dewriyeya hevbeş dikirin, rastî êrîşekê hatine û angaşt ev e ku ev êrîş ji aliyê hêzên Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) ku Tirkiye piştgira wan e ve hate kirin. 

Li ser vê, Sean Ryanê berdevkê hevpeymaniya navdewletî vê nûçeyê piştrast kir û got: Leşker, digel Lijneya Sivîl a Minbicê di dewriyê de bûn, rastî êrîşeke hatin ku ne diyar e ji hêla kê ve ye. Bûyer bilezûbez bi dawî hat û bibîr xist ku divê em hişyar bin. 

Ryan herwiha gotiye Minbic bi gelemperîcihekî ewle bû., lê dawiya dawî, li Sûriyê ye û gelek hêzên xirab dixwazin pirsgirêkan derînin.

Ryan piştras nekiriye ku êrîş ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hatibe kirin û gotiye ev bûyer dê bandoreke nerênî neke ser hewlên herdu welatan ên bo çareserkirina krîzê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin