Îcar Kurdên Londonê piştgiriya xwe ya referandumê pêş kirin

Îcar Kurdên Londonê piştgiriya xwe ya referandumê pêş kirin

Roja 17ê mehê Kurdên Londonê dengê xwe yê piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bilind kirin. Ji gelek bajarên Îngilîstanê bi sedan Kurd li ber deriyê serokwezîriyê civiyan bi alên Kurdî doza piştgiriyê kirin.

A+A-

Roja 17ê mehê Kurdên Londonê dengê xwe yê piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bilind kirin. Ji gelek bajarên Îngilîstanê bi sedan Kurd li ber deriyê serokwezîriyê, 10 Downing streetê civiyan bi alên Kurdî doza piştgiriyê kirin û silavên Kurdên Îngilîstanê gihandin Hewlêra paytext.

Di xwe pêşandanê de şêwirmendê berê yê serok wezîrê herêma Kurdistanê, nivîskar Dr. Sabah Galib û endamê meclîsa şaredariya Chelse/Kengzingtone Muhamed Baxtiyar peyivî.

Di axaftina xwe de M. Baxtiyar got: ”Kurda di derbarê referandumê de biryareke tarîxî dane û gaveke bi cesaret avêtine.”

”Ev sedsal e ku kurd rû bi rûyê qetlîama tên. Li Helebçe 5000, li Berzan 8000 kes hatin qetilkirin. Di navbera 82-86an bi enfala reş 180 000 kurd kuştin, 4500 gund wêran kirin.”

”Piştî bi temamî hilweşandina rejîma Sedam, kurd hemû hêkên xwe kirin sepeta Bexdayê. Hemû enerjî û hêza xwe dan ku li Iraqê ji bo hemûyan nîzamek demokratîk li ser bingeha wekhevîyê amade bikin. Lê bazirganên şer, partiyên siyasî yên şovenîst li hember Kurdan û li hember xelkê Iraqê cî teng kirin. Kurd û xelkên Iraqê ketine tengasiyek mezin.

”Kurd miletek pirr bi tolerans e, ji bo wî jî li hemû Rojhilata Navîn yek ji wan tenha ciyê ku ol û miletên cûda bi aramî lê cîwar bûne. Di tarîxê de cara ewil e ku xelkê Kurdistanê ewê biryara pêşeroja xwe bide û li hember koletiyê azadiyê hilbijêre.

”Kurda van 15 salên dawîn de ji rojavahiyan re dan îspatkirin ku hevkarekî ciyê bawerîyê ne”.

london-referandum1.jpg

Muhamed Bextiyar yek ji însiyatîfgirê vê xwepêşandanê ye, li ser kil û kêmasiyên xwepêşandanê jî got: ”Li Îngilîstanê wek welatên din Kurd ne bi organîze ne, hevkarî di nav hêzên Kurdistanî de tuneye. Ev însiyatîf bi ziyareta piştgiriyê ya çend akademîsyenên Kurdên bakur ji bo KRGa Londonê dest pê kir. Di nav wan de ez tenê başûrî bûm. Piştî ziyaretê bi beşdariya karmendekî KRG kek Xusro me di nav hev de civînek şêwirdarîyê kir û biryara xwepêşandanekî da û me li xwe çend kesên din jî zêde kir. Di wextek gelek kin de ev xwepêşandan hate organîzekirin. Ji ber wî jî em pê re negihîştin mêvanên Îngilîz dawet bikin, ji serokê herêma Kurdistanê mesajek bixwazin, ji alî muzîk û hunermendan hewayek coşê bidin vê xwepêşandanê. Lê dîsa jî em xwe serbilind û dilşad dibînin ku bûn wesîla pêkanîna vê xwepêşandanê. Demek e dûr û dirêj e bi vî rengî xwepêşandan li Londonê pêk nehatiye”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin