Îbrahîm Biro: Civaka navdewletî li hember rewşa Sûriyê bêdeng e

Îbrahîm Biro: Civaka navdewletî li hember rewşa Sûriyê bêdeng e

.

A+A-

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser gefên Tirkiyê yên operasyoneke serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî.

 Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser gefên Tirkiyê yên operasyoneke serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, ragihand; civaka navdewletî, bi taybetî jî Amerîka û Ewropa li hember rewşa Sûriyê bêdeng in û rola wan gelek lawaz e.

Îbrahîm Biro li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gef û êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha li ser helwesta civaka navdewletî ya li hember gefên Tirkiyê, axivî.

Biro destnîşan kir ku civaka navdewletî, bi taybetî jî Amerîka û Ewropa li hember rewşa Sûriyê bêdeng in û rola wan gelek lawaz e û got: “Tirkiyê bi awayekî fermî heta niha bi rejîma Sûriyê re ji aliyê siyasî ve pêwendî nekiriye, lê belê bêguman ji aliyê îstixbaratî ve qut nebûye. Ji aliyê siyasî ve eger (pêwendî) bibe, li ser tevahiya Sûriyê, li ser opozîsyona Sûriyê û li ser Kurdan jî dê xerab bibe.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê diyar kir: “Rojavayê Kurdistanê niha di metirsiyeke mezin de ye, bazarên ku niha tên kirin, çi Tirkiye-Amerîka be, çi Tirkiye-Rûsya be, yan Tirkiye dê derbas bibe, yan rejîm dê derbas bibe. Ev tiştekî xerab e û berhema siyaseta vê rêveberiyê ye, berhema siyaseta PYD û PKK ye ku nehiştin alternatîveke din di deverê de çêbibe, ew derfet hebû, niha gelek lawaz bûye.”

Herwiha got: “Em dizanin ku Tirkiye qebûl nake PKK li ser sînorê wê be, ne hewldaneke Kurdistanî çêbû, ne ragihandina Kurdistanî alî me kir, em tenê weke ENKSê, me li ber xwe dida ku em bikarin bedîlekê li wê deverê peyda bikin û wan hincetan ji destê Tirkiyê derxînin.”

Li ser pirsa “Gelo Tirkiye dikare bêyî erêkirina welatên Amerîka û Rûsya û welatên rojava, operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê encam bide?” Îbrahîm Biro diyar kir: “Amerîka ne razî ye, lê belê tiştekî jî nake. Eger Tirkiye êrîşekê bike Amerîka ti karî nake, eşkere jî dibêje belkî sizayên aborî deynim.” Herwiha got: “Rûsya û Îran naxwazin Tirkiye derbas bibin, lê tiştekî din ji QSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk) dixwazin, divê van deveran bê şert û merc radestî rejîmê bike.”

Îbrahîm Biro eşkere kir, metirsiya wê yekê heye ku Tirkiyê êrîşî Amûdê û Dirbêsiyê bike û got: “Tirkiye niha derbas nebûye, lê êrîşên wê yên bi dronan pirtir bûye, beriya du rojan li Qamişlo du zarok hatin kuştin, cihê şermezariyê ye ku xelkê sivîl, bi taybetî zarok di van êrîşan de hatine kuştin.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin