Hûsî û rêveberiya Yemenê ji bo aştiyê wê li Stockholmê bicivin

Hûsî û rêveberiya Yemenê ji bo aştiyê wê li Stockholmê bicivin

Rayedarên dewleta Yemenê û Hûsiyên serhildêr wê bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî li Stockholmê werin ba hev. Pêvajo îro dest pê dike.

A+A-

Îro li Stockholmê, paytexta Swedê, bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê bi dawî bibe, wê giftugoyên aştiyê dest pê bikin. Li Yemenê nêzîkî du sal in ku şer di navbera Hûsiyan û hêzên dewletê de berdewam dike.

Martin Griffiths, nûnerê taybet ê NYyê yê ji bo Yemenê duh li ser Twitterê aşkere kiriye ku giftugo wê 6ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) yanî îro dest pê bikin.

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û rêveberiya dewletê ya Yemenê ya ku Erebistana Siûdiyê piştgiriyê dide wan, sala 2016ê ji bo giftugoyan hatibûn ba hev. Lê ev hewldan bê encam mabû.

Tê payîn ku ev giftugoyên aştiyê yên wê bi serpereştiya NYyê çêbibin, şerê bûye sedema mirina bi hezaran mirovan bide sekinandin.

Erebistana Siûdiyê û hêzên hevpeymana navnetewî ku piştgiriyê didin Serokomar Hadiyî, sê sal û nîv in ku êrîşên hewayî dibin ser Hûsiyên serhildêr. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin