Hûrgilîyên êrişa Îranê li ser bingehên Amerîka yên li Iraqê

Hûrgilîyên êrişa Îranê li ser bingehên Amerîka yên li Iraqê

Tê gotin ku ew mûşekên ku Îranê vê sibehê avêtin bingehên serbazî yên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, ji parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatine avêtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro danê sibê Îranê da zanîn ku dest bi vekirina tola Qasim Sulêymanî kirine ji Amerîka û ragihand, bingehên serbazî yên Amerîka yên li parêzgeha Enbar ya Iraqê û parêzgeha Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê dane ber mûşekan.

Li gorî medyaya Îranê, ew mûşekên ku Îranê avêtine bingehên Amerîkayê, ji parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatine avêtin. Piranîya wan mûşekan jî li bingeha Eyn Esed ya Enbarê ketine.

Yek ji wan mûşekan li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê ketîye, bi gumana wê yekê ku hêzên Amerîkî û hevpeymanîya navdewletî li wir in.

Medyaya Îranê daye zanîn, di êrişa han de Heşda Şeibî jî beşdar bûye lê heta niha Heşda Şeibî tiştek li ser vê yekê negotîye.

Tê gotin ku Îranê pênc mûşek jî avêtîye bingeha serbazî ya Tacî li bakûrê Bexdayê.

Ajansa Fars ya Îranê, ku nêzîkî sipaha pasdaran e, ragihandîye, ew êriş bo vekirina tola Qasim Sulêymanî hatîye kirin û di saeta ku Sulêymanî ji alîyê Amerîka ve hatibû kuştin de jî hatîye kirin.

Pentagon ragihandîye, Îranê derdora 12 mûşekan avêtîye bingehên serbazî yên Enbar û Hewlêrê lê medyaya Amerîkayê dibêje, 15 mûşek li wan bingehan ketine.

Berpirsekî Amerîkî gotîye, 10 mûşek li bingeha Eyn Esed ya Enbarê ketine û 4 mûşek jî bêyî ku li ti hedefekî bikevin, teqîyane û mûşekek jî li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê ketîye.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf li ser wê êrişa Îranê gotîye, Îranê di çarçoveya qanûnên navdewletî de parastina xwe kirîye. Îran şer naxwaze lê eger rastî êrişê jî hat dê xwe biparêze.

Serokê Amerîka Donald Trump jî di twîtekê de ragihandîye, her tişt baş e û daye zanîn, dê li ser rewşê daxuyanîyekê bide.

Tê gotin ku rêberê Îranê Elî Xaminêyî fermandehîya wê êrişa li ser bingehên Amerîkî kirîye.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin