Hunermenda Kurd Hêja: Ez dê çîroka reva xwe ya ji Tirkîyê bikim fîlm

Hunermenda Kurd Hêja: Ez dê çîroka reva xwe ya ji Tirkîyê bikim fîlm

Hunermend û stranbêja Kurd Hêja derbara çûna xwe ya Almanyayê de kurtefilmekî ji bo televizyona almanî Phoenixê amade dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hunermend Kurd Hêja ku pêştir çend rojan albûma wê ya nû bi navê “Stranên Neşuştî” hate belavkirin ji Rûdawê re behsa jîyana xwe û projeyên xwe kir.

Hêja dibêje: “Ji biçûkanî de hişê min pir li ser mektebe hebû. Lê malbatê guh nedida ser xwendina zarokan. Ji ber ku em li gund bûn û derfet çênedibûn min gelek caran navber daye perwerdehîya xwe. Tevî ku herkesi şîret li min dikir û digotin qismetekî te derkeve, bizewice ez pir ji zewacê ditirsîyam, min jî xwe da ser mektebê û min xelasîya xwe di wir de dît.”

Derbarê xwendina xwe de Hêja wiha dibêje: “Min li Zaningeha Boğaziçîyê beşa edebîyata îngilîzî xwend.  Ew 5 salên min ên li zaningehê bihara emre bû. Min li wir xwe nas kir û di gelek waran de xwe pêşxist. Min li zaningehê xwe fêrî muzîk û stranbêjîyê kir. Min xwe fêrî zimanasî û edebîyata Kurdî û rexneya edebîyatê kir. Ez hînî zimanên înglîzî û îspanyolî bûm. Ez wê deme fêrî biçekî farisî jî bûm.”

Hêja da zanîn ku ji ber ku malbata wê nexwestîye stranbêjîyê bike, dema zaningeh qedîya wê dev ji muzîkê berdaye û ew ketim nav edebîyat û akademîye û wiha pê de çû: “Min dixwest ez herim Amerîkayê û li wir edebîyata berawirdî bixwînim. Min dê edebîyata Kurdî û edebîyata reşikên Amerîkî, Amerîkaya Latînî an jî edebîyata Îrlandî bi edebîyata Kurdî muqayese bikira. Piştî kedeke giran min bursa Fullbright stend û ez ketim Zaningeha Columbiayê ku yek ji zaningehên herî baş yê li Amerîkayê ye. Zanîngehê dê salê 90 hezar dolar bursa Masterê bidana min. Dema min xwe ji bo çûna Amerîkayê amade dikir, ez ji ber sedemên sîyasî hatim girtin.”

Li ser girtina xwe Hêja da zanîn ku sedema girtina wê ew bû, keçeke kurd li mala wê diman û polîsn îdia dikir ku  ew keç endamê PKKê ye û wê alîkarîya wê dikir da ku ew li Stenbolê teqînekê pêk bîne û wiha axivî: “Lê ev hemû derew bûn. Ji ber ku ez nevîya Ahmet Turk im, dewletê xwest bi senaryoyeke wisa sîyaseta legal a Kurdan li Bakûrê Kurdistan reş bike. Wê deme ez li ser hemû rojnameyên Tirkan wek bombekar hatim afîşekirin. Ji min re bi tevahî ji sûcên cûda 19 sal ceza dihat xwestin. Lê ji ber ku di deste dewletê de delîlên ku tewanên li ser min pişrast bikin tunebû, piştî 9 mehan ez ji hepse derketim.”

Hunermenda Kurd eşkere kir ku berî ew têkeve girtîgehê wê  dest bi karê sînemayê kiribû û hêj muzîk ne di bala wê de bû û dibêje: “Di hepsê de min xwe fêrî gîtarê kir û min stranên xwe yên ewil çêkirin. Dema Ez derketim min di filmekî metrajdirêj de wek karaktere sereke cih girt û min çêkerîya wî filmî jî çêkir. Navê filme me “Momê” ye û dê dawîya vê salê têkeve sînemayan.

Di heman demê de min biryar da ez stranên xwe jî bi awayekî profesyonel qeyd bikim. Muzîkjen Cansun Kuçukturk jî, xwedê jê razî be, alîkarîya min kir û stranên min aranje kirin. Serê ewil di albûme de 8 stran hebûn. Lê dema min stran qeyd dikirin mehkemeya min bi dawî bû û min 5 sal cezayê hespê xwar. Bêyî ku ez karibim hemû stranan qeyd bikim, ez mecbûr mam werim Almanyayê. Ev sal û nîveke ez weli vir im. Min xwe di demeke kurt de hînî Almanî jî kir. Pisrgirêka min a herî mezin li vir tunebûna hevalên min ên muzîkjen in. Ango ji bo konsertan filan pêdivîya min bi hevalên sehneyê hene. Heke muzîkjenên li Almanya dijîn vê nûçeyê bibinin ez dixwazim ew bi min re têkevin têkilîyê. Dibe ku em bi hev re bixebitin.”

Hêja  da zanîn ku ew nevîya sîyasetmedarê Kurd Ahmet Turk e,  lê ew naxwaze  ki ser malbata xwe were pênasekirin û Ahmet Turk şexsîyetek e û ew şexsîyetek e, tiştên ku ew dike dike û dibêjim aidî wê ye û ew ji wî hez dike, lê naxwaze li hevdu bibin bar.

Di berdewamîya axavtina xwe de Hêja wiha behsa xebatên xwe yên niha kir: “Ez niha li mektebeke medyayê dixwînim. Ez dê vê mehê kurtefilmekî bikşînim ji bo televizyona alman Phoenix. Film di derbarê hatina min a Almanyayê de ye. Dema ez ketim Almanyayê polîsê alman hemû cilên min ji min kirin û lêgerîna laş a tazî li min kir. Min xwest ez vê tecrûbeya xwe bikim filmek. Min proje lêkir û hat qebûlkirin. Navê mekteba min Hamburg Media School e. Film dê bi alîkarîya wan were çêkirin. Ev cara ewil e ku ez derhênerîyê diceribînim. Ya rast ez hinekî jî ditirsim. Ji ber ku tu nêta min a derhênerîyê tunebû, min texmîn nedikir proje were qebûlkirin jî.

Ji bilî vê em lîstikeke şanoyê amade dikin. Ez, lîstikvanê hêja Alan Ciwan û derhênerê şanoyê Huseyin Umaysiz em bi hev re romana Bextîyar Elî ya bi navê "Qesra Balindeyên Xemgîn" dikin lîstik. Promîyera me 26ê Nîsanê ye. Herwiha me tevlî hin sînemakarên kurd li Hambûrgê Kolektîfa Sînemayê damezirand. Ez ji bo wê kolektîfî dixebitim. Em ji bo sînemaya kurdî dixebitin. Wekî din 2 projeyên kurtefilman heye ez ê di wan de bilîzim. Herwiha dibe ku ez di hêj filmên kurdî yê metrajdirêj de jî bilîzim lê ew hêj ne dîyar in.”

Hêja da xuyandin ku ew valahîya di jîyana xwe de bi karê hunerî tejî dike û got: “Dema yek pênaber dibe, dikeve nav tenêtîyeke bêhempa. Hemû jîyana te, hevalên te, dostên karê te li paş te dimîne û tu bi bêkesîyeke kûr re rû bi rû dimînî. Di jîyana min de valahîyek mezin çêbû, ez bi tenê mame. Niha ez wê valahîyê bi karê muzîk, sînema û şanoyê tije dikim.”

Hunermenda kurd bal kişand li ser zehmetîyên jîyana xwe û got: “Pistî ez hatim vir û min mafê rûniştinê stend min dîsa hewl da ez herim Amerikayê ji bo Masterê lê dewleta Amerîkî vîze neda min. Zaningeha Columbiayê pistgirîya min kir û got were em bûrsa te didin te. Lê konsolxaneyê got, malbata te, karê te, mekteba te tuneye li Almanya. Lewma em bawer dikin heke tu werî Amerîka tu venagerî Almanyayê. Bi vî rengî akademî ji nav jîyana min derket. Nebû qismetê min, min jî berê xwe da hunerê. Berî ez derkevim min debara xwe bi tercumanîyê dikir. Min di navbera Kurdî-îngilîzî-tirkî tercumanî dikir lê êdî ez nikarim. Ji bo ku ez karibim karê tercumanîyê bikim divê ez Almanîya xwe bi qasî îngilîzîya xwe pêş bixim. Hêvîya min ew e, ez di nava salekê de vê armanca xwe bi cî bînim. Ji ber ku mixabin nepêkan e, hunermendên Kurd debara xwe bi hunera xwe bikin. Gelek kêm kes bi vî rengî jîyana xwe debar dikin ez ne yek ji wan kesan im.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin