Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Hunermend -Arif Sevinç

A+A-

Ji wêneyên Arif Sevinç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî tê. Arif Sevinç, me bi awaz û bi rengan re dibe sed salên berê yê Kurdistan. Geh dibe Şêx Seîdê Kal, geh dibe berxwedana Agirê, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyên Teyra, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Mem û zîn.

 

Arif Sevinç, wênekarekî Kurdewarî yê sedsala 21a ye. Ji bona berxwedan û serhildanên Kurdistan, ji bona wêjeya devkî a Kurdistan, ji bona qahremanên destan û serhildanên Kurd û Kurdistan, bûye nefes, reng û bîhna dewrana tevgera millî a Kurdistan.

 

Ji wêneyên Arif Sevînç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî difûre. Arif Sevînç, me bi awaz û bi rengan re dibe sed salên berê yê Kurdistan. Geh dibe berxwedana Agirê, geh dibe dengê Şêx Seîdê kal, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyên Teyra, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Ahmedê Xanî û Mem û Zîn.

 

Di sedsala me de dibe yek ji girtîyên zîndana Amedê. Agir, zilm û zordarîya ser van girtîyên doza Kurdistan, bi rengan dinexşîne û datîne ber me.

 

Carnan dibe zarokên ku li kuçê Amedê li dijî dagirkeran bi kevirên xwe şer dikin û hêvîya azadîyê geş dike..

 

Carnan dibe êrîşên çar dijminên Kurdistan û dibe dermanê tenêtîya kurdan û dermanê hêvîya pêşeroja doza netewî.

 

Carnan jî dibe deşt û mêrgên Kurdistan û bi xwezaya Kurdistan re,dibe şalûl û bilbil, dibe nêrgiz, gul û beybûn û bi şengû penga Kurdistan,bi Newrozên Kurdistan re derdikeve ber me û me dike heyranê xwe.

 

Dema ku min dest bi danasîna hunermendên Kurd kir, li ser danasîna hunermendan û teknîka şîrove kirina berhemên wan, di navbera min û hunermend Serhad Bapir de nivîsandina nameyan jî destpêkir. Hunermendê hêja Serhad Bapir,çend nameyên hêja ji min re şand. Yek ji van nameyan, şîroveya li ser wêneyek Arîf Sevinç bû.

 

Serhad Bapîr, wêneyek Arîf Sevinç, -ku li gor min jî pêkerek ji rewşa Kurd û Kurdistan a dîrokî ye- a „çar dijmin û Kurd“ di nameyekê de şîrove kir. Min biryar da ku danasîna Arîf Sevinç ancak bi şîroveya hunermendekî din yê xwedî hest û ramanên netewî, encak dikare bibe babetek berbiçav a danasîna hunermend Arîf Sevînç.

 

Bi vê armancê jî, ez vê beşa nameya Serhad Bapîr ji bona danasîna berhemên hunermendê hêja Arîf Sevînç, di nivîsê de bikartînim..

Serhad Bapîr li serwêneya „Çar dijmin û Kurd“radiweste û hestên xwe, zîrektîya xwe a serhuner û zîrektîya xwe a ser şîrovekarî ya huner bi me re parve dike.

Em bi hev re Serhad Bapîr bixwînin!

 

Wêneya Hunermend Arîf Sevînç –Çar dijmin û Kurd:

 

Di berhemê da 5 fîgur hene ku 4 ji wan serên wan qoqên mirîyan e lê bicilin. Fîgurekî jî  bicil û li basê kurdî ye û serê wî ne wekî serê 4 ên din,   lê serê mirovê sax e. Ev her çar serqoq bi hemû hêza xwe êrîşî vî Kurdî dikin û lêdidin. Rûyê vî Kurdî baş xwiya nake û serê wî ji lêdana pişt û serî, ber bi pêşva hinek xwar bûye, “ bêkes, bêçare, bêpişt” e û xwîya dike ku ketîye “bindestê” van çar kesan. Ev dîmen gelek dişibe dîmen û rewşa girtîyên siyasîyên di destê îşkence karên dewletên dîktator û zilmkar da, di îşkencexaneyan da zebanîyên dewleta Tirkan bi vî awayê girtîyên Kurd îşkence dikin.

Ev dîmenekî alagorîk e û alagorîya Kurdistanêye ku ketîye bindestê 4 dewletên dagirker. Cirgî ku Kurd bûne bindestê van 4 dewletan, jîyana wan her ev bûye, Kurd her “bêkes, bêçare, bêpişt û bindest“ mane.

Di warê teknîkî va, berhem bi firçeyên bilez û hêz yên li pêy hevhatîye çêkirinê;reng bi hêsanî derbasî nav hev û dû dibin, bêyî ku xêzikên sereke yên fîguran zêde ji hev cûda bibin û ev yekener jî  û tevgerê dide vê berhema dînamîk.  Kurd bi rengên ronak hatîye çêkirinê û ji her 4 ên din zêdetir baş xwîya dike, her çiqas wek girtî, bêlebat û tevger be jî, kesê sereke yê vê berhemêye û di naven da berhemê da ye. Rû û awirên van her 4 zebaniyan jî berê me ber bi vî mazlûmê vadibe.

Cîh û war di berhemê da ne kıfş e, nivêjorê birengê girtî û yê xwarê jî bi rengê ronak e, ev dişibe sahneya şanoyê, erê ev sahneya trajedîya berdewam ya miletê Kurd e. Awayê bi cih kirin û xêzikên ne zelal yên şiklên fîguran, rengên ku derbasî nava hev û dû dibin û hêz û tevgera vê wêneyê, berhemê dike wêneyekî ekspresîyonîstî.

Ji aliyê din va ev berhem bi berhemên hunermendê Kurd Arîf Sevînç yê di serdema despêkê ra zêdetir têkilîdar e. Têkoşerê Kurd yek ji deh hezaran girtîyên siyasîyên Kurd bû,ku di sala 1982 ya da ji alîyê dewleta Tirkiya hate girtin û ewî jî zilm, zordarî û îşkeneceyan dît û piştî ku di sala 1986 a da hate berdan tafil wêneyên nava girtîxaneyê, îşkence û zilma dewlata dagirker çêkir. Wek hunermendeki zîrek bi hêza hunera xwe şahidîya bûyeran kir. Arîf Sevînç van berhemên xwe di katalogekî piçûk ya 24 rûpelî, ya binavê “Haya Te Jê Heye Diwarê Jı Kevır” da disala 1987 a da çapkir. Divê katalogê da 31 berhemên hunermend hene.

Di salên dumayîkê da hunermend zêdetir berhemên ser destan, dîrok, mîtojojîya û hwd. Kurdî çêdike. Her wusa Arîf Sevînç yek ji sîyasetvanên çalak yê bakûrê Kurdistanêye û li Dîyarbekirê dijî.

Ha erê, megot Dîyarbekir, di sala 2015 da li Ameda bakûrê Kurdistanê bi beşdar bûna 230 hunermendên profesyonel û amatorî, bi ser navê “Hevdîtina Hunerî Ya Kurdistanê Ya Navnetewî” pêşengehek çêbû. Pêşengeh, ji alîyê Bajarvanîya Amedê va hate sazkirin. Ji bo vê pêşengehê ne bani Arıîf Sevînç û ne jî banî bi dehan hunermendên jêhatîyê Kurd hate kirin. Hiş û kesên ku vê pêşengeha bi vî navê qerase organîze kirin, xwîyaye, ji bo pîvanaka ê banî kê bikin û kê nekin, fikirîne ku “bila ji me be, ku ne ji me be jî qe nebî bila ne xwedî ramanekî din yê rexnegir yê li himberê me be” bûye.“

Hunermend Serhad Bapîr

___________________________________

Arif Sevinç, di sala 1959 an de li Agirê, bajarokê Bazîdê hatîye dinê. Dibistana serete û a navîn li Bazîdê kuta kirîye. Dibistana amadeyî li bajarê Qeyserî kuta kir. Di eynî demê de dest bi wênekarîyê dike. Li eynîdibistanê yekem pêşengeha xwe lidar dixe. Di destpêkê de bi pênûsa reş kar kirîye.

 

Di sala 1982 an de li Amedê dest bi xwendina bilind a perwerdeyî dike. Di eynî salê de polîsên tirkan wî digirin. Piştî binçavkirin, lêpirsîn û bi mehan îşkencê, wî teslîmî zîndana Amedê a 5 Nemro dikin. Çar salan di zîndana leşkerî a Amedê de dimîne. Ew metod, zilm û zordarî û wahşeta zîndana Amedê a Nemro 5 dibe para hunermendê me jî. Zîndana Leşkerî a Amedê dibe beşek ji jîyana hunermendê hêja.

 

Di havîna 1986 an de ji zîndanê derdikeve. Pêvajoka xwe ya binçavkirinê, lêpirsînê û salên zîndanê derbasî ser tuwalê dike. Lêxistin, sahneyên îşkenceyên zîndanê têsîrek mezin li ser hunermendê me çêdike û yek bi yek di serê xwe de qeyd dike. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, derbasî ser tuwalê dike van wêneyan yek bi yek. Ev şaheserên wênekarê me dibin belgeyên zor û zilma zîndana Leşkerî a Amedê Nemro 5!

 

Di sala 1987 an de, li salona Weqfa Yekitîya Mulkîyelîyan û Komela Mafê Mirova ya Edenê, bi navê “Xebera Te Heye Dîwarê bikevir” pêşengeha xwe lidardixe. Ji dervê vê her sal beşdarî pêşengeha Weqfa Mafê Mirova a cûre cûre dibe.

 

Di 2008 an li Swîsre û Elmanya, di 2009 an li Amedê û berdewam li Stenbolê pêşengeh vekirine.

 

Di warê neqş, Afîş û pîlankirina qapaxên pirtûkan de karê xwe berdewam dimeşîne.

 

02.08.2019

arif-sevinc-8-001.jpgarif-sevinc-10-001.jpgarif-sevinc-11-001.jpgarif-sevinc-12-001.jpg

arif-sevinc-13-001.jpgarif-sevinc-14-001.jpg

 

 

arif-sevinc-agire-001.jpgarif-sevinc-evdale-zeynike.jpg

arif-sevinc-kocberi.jpgarif-sevinc-zilan.jpgarif-sevinc-001.jpgarif-sevinc-5-newroz-002.jpgarif-sevinc-halepce-001.jpgarif-sevinc-seyid-riza-001.jpgarif-sevinc-xatun.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin