Hulya Avşar navê xwe yê kurdî diyar kir

Hulya Avşar navê xwe yê kurdî diyar kir

Lîstikvan û stranbêja navdar Hulya Avşar got navê wê ye rastî Malakan e.

A+A-

Hulya Avşar di bernameya xwe ya li ser televîzyona TV8ê de lîstikvanê kurd ê ji Çolemêrge Ersin Korkut kir mevan.

Korkut ku ji Çolemêrge reviyabû çûbû Stenbolê ji Avşar re got wî zehmetiyên kurdbûne demekê dirêj kişandiye.

Hulya Avşar jî anî ziman ku re jî rasta rewşên wisa hatiye û wiha got: “Ez jî kurd im û tu jî kurd î. Tê bîra min careke bavê min hat malê ji ber ku wî kurdî axivîbû, rasta tundiya hatibû.

Avşar wiha got: “Me gelek rojên tengavî dîtin. Bavê min veşartî guhdarî stranên kurdî dikir. Ji ber vê yekê ji cara yekemîn min televîyonê de stranek kurdî got.”

Stranbêj Avşar wiha domand: “Malbata me jî eşîreta Avşarê ye. Dapîra min tirkî nedizanî. Navê bapirê min Apo ye, navê dapîra min Daduk û navê bavê min jî di kurdî de Elo ye. Navê min jî Malakan e. Li malê her tim bi navê Malakan bangî min dikirin. Ji ber vê yekê jî tiştên ku te ji min re gotin ez ji wan ne dûrim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin