Eniya Yekgirtiya Kurd li derheq kuştina neraziyan li bajarê Melekşayê de daxuyaniyek belav kir

Eniya Yekgirtiya Kurd li derheq kuştina neraziyan li bajarê Melekşayê de daxuyaniyek belav kir

.

A+A-

Li daxûyaniya Eniya Yêkgirtî a Kurd de hatiye: Li halekê de gelek ji xelkê li bajarên cur bi cur ên Îranê wek mafek yasayî û medenî, nerizayetiya xwe bi awayekî bi tevav aşitîxwazane û bi destên vala li hember hikûmetê dane xuya, mixabin nûçeyên nexweş ji tepeserkirina neraziyan tê bihîstin ku dide xuya hejmarek ji neraziyan hatine kuştin û birîndarkirin. Li bajarê Melakşayê ser bi parêzgeha Îlamê xelkê xwenîşander rastî regbaran hatine û hejmareke zêde ji wan hatine kuştin an birîndarkirin.

Eniya Yekgirtiya Kurd tevî şermezarkirina vê karesatê û her cure fermanekê li derheq tepeserkarî û teqekirin bi neraziyên ku ti alavek bo berevanîkirinê nînin, huşdariyê dide, rêjîmê ku xelkê tepeser nekin, xelkê nekujin, mafê rewaya xelkê ji wan nestînin, hekîne dê demek bê ku ti birînek êdî neyê dermankirin û ti êşek neyê çareserkirin.

Eniya Yêkgirtî a Kurd li dawiya daxûyaniya xwe de ragihandiye: Em daxwazê ji deshilatê dikin ku maf û qederaa welat vegerînin bo xwediyên rastîne wê ku xelk bi xwe ye hindî direng nebûyî.

Birîna Şemiya Reş a Melekşayê her wek birîna Îna bi Xwîn a Zahidanê, ti merhemek bilî dana mafê jidestçoyî ye wan nîne. Li dawiyê de tevî ragihandina hevxemiya xwe digel malbatên canjidestdayan û birîndaran, radigehînin em jî wek wan daxwaza birêveçona dadperwerî û dadxwazê xwîna bi nerewa rijandî a wan dikin û daxwaza lidarxistina dadgeha dadperwerane bo dadgehîkirina tevavê wan kes, sedem û bikerên wan cinayetan dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin