
Barrot û Şeybanî li ser Peymana 10ê Adarê axivîn
.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Eshed Şeybanî peymana 10ê Adarê ya bi HSDyê re, asayîbûna bi Îsraîlê re û vegera şîrketên Fransî gotûbêj kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esged Şeybanî re civiya.
Hat zanîn ku Şeybanî ji bo hevdîtinên asayîbûnê yên bi Îsraîlê re li Parîsê bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê û daxuyaniya aliyê Sûriyeyê, her du wezîran li ser mijarên hevpar û rêyên xurtkirina hevkariya stratejîk a navbera her du welatan gotûbêj kiriye.
Peymana 10ê Adarê û HSD
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya Sûriyeyeke yekgirtî hat kirin.
Yek ji mijarên sereke yên civînê bicihanîna tam a "Peymana 10ê Adara 2025an" a di navbera desthilata veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.
Her wiha behsa girîngiya gihiştina bi lihevkirinên ewlehiyê yên li gel Îsraîlê jî hat kirin.
Fransa dixwaze şîrketên xwe vegerîne
Aliyan amadekariya şîrketên Fransî ya ji bo destpêkirina çalakiyan li Sûriyeyê nirxand.
Wezîrê Fransî Barrot tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo beşdarbûna di vejandina aboriya Sûriyeyê de kir û piştgirî da rakirina "Yasaya Qeyser."
Barrot diyar kir ku Fransa bi biryar e piştgiriyê bide pêvajoya bipêşketin, jinûveavakirin û başbûna aborî ya Sûriyeyê.
Têkoşîna li dijî DAIŞê
Wezîrê Derve yê Fransayê pêşwazî li biryara Sûriyeyê ya ji bo tevlîbûna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir û operasyona hevbeş a 3yê Kanûna Paşîn a 2026an bi bîr xist.
Barrot her wiha piştgiriya Fransayê ji bo hewlên desthilata veguhêz a Sûriyeyê yên ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li dijî sivîlan û pêkanîna pêvajoya veguhêz a siyasî tekez kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin