
HSD: Di topbarana hikûmeta Sûriyeyê de jinekê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn
.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di topbarana komên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ya li ser malên welatiyan de jinekê canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne ku hinek ji wan zarok in.
Komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê dest bi topbaranê kiriye û anî ziman:
"Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemade, di encama topbarana giran a komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de şehîd ket.
Di topbaranê de hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene."
Li aliyê din Tenduristiya Helebê jî ragihand ku HSDyê Taxa Meydanê ya li bakurê Helebê topbaran kiriye.

HSD: Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemadeyê canê xwe ji dest da
"Rasterast li malên xelkê dixin"
Li gorî daxuyaniya fermî ya HSDyê, jinekê canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.
HSDyê her wiha diyar kir, "Hêz rasterast malên xelkê topbaran dikin."
Medyaya HSDyê vîdeoyek li ser Telegramê belav kir û tê de xuya dike ku barhilgirek top û teqemenî li ser e û topbaranê dike, her wiha çend çekdar jî hawanan diavêjin.
HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
"Ev dîmen ji aliyê komên hikûmeta Şamê ve hatine belavkirin û çend kom in bi topan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin ku xelkeke zêde li wan heye.
Ev êrişeke dijminane ye û gefê li jiyana xelkê xwecihî dike, her wiha binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ya mirovî ye."
Hikûmeta Sûriyeyê: 3 kes hatin kuştin
Li aliyê din, Birêvebirê Tenduristiya Helebê ji Rûdawê re ragihand:
"Di encama topbarana HSDyê de 3 kes hatine kuştin."
Ajansa Nûçeyan a SANAyê jî ku medyaya fermî ya Sûriyeyê ye belav kir, di nav 3 kuştiyên Helebê de, du ji wan jin in.
SANAyê da zanîn ku xelkê taxa Nîlê ya Helebê direvin û diçin navçeyên aramtir.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin