Hulusî Akar: Ne li Tirkiyê û ne li derveyî Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistanê nîne

Hulusî Akar: Ne li Tirkiyê û ne li derveyî Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistanê nîne

.

A+A-

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di civîna komîsyoneke parlamentoya wî welatî de ragihandiye, “Li Tirkiyê yan li derveyî Tirkiyê ti herêmeke cografî bi navê Kurdistanê nîne.”

Roja Sêşembê 16ê Mijdara 2021an di çarçoveya gotûbêjên Komisyona Plan û Budceya Tirkiyê ya sala 2022ê de, bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, gotûbêj derbarê budceya Berevaniyê ya Tirkiyê de hat kirin.

Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari daxwaz kir ku derbarê wan îddîayan de lêkolîn bê kirin ku behsa bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dijî gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê dikin.

Tulay Hatimogullari got, “Ez jî dixwazim behsa çend xalan bikim. Bi taybetî di vê dema dawî de li Herêma Kurdistana Federal, tê îdîakirin ku çeka kîmyayî û gaza rondikrêj hatine bikaranîn. Yên ku vê îdîayê dikin, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskarên Ewropî, Iraqî û kesên sivîl in.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê red kir ku bi ti awayekî di rûbirûbûna PKKê de gaz an çeka kîmyayî hatibin bikaranîn.

Hulusi Akar diyar kir, “Di nav depoyên hêzên çekdar ên Tirkiyê de, li ti yekeyeke artêşa Tirkiyê qet û qet, bi ti awayekî gaz an çeka kîmyayî nîne. Ne hatiye kirîn, ne hatiye anîn û ne jî hatiye bikaranîn. Tiştekî wiha nîne.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li ser bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê wê parlamentera HDPê ve ku amaje bi Herêma Kurdistana Federal da, nerazîbûn nîşan da û got: “Li Tirkiyê yan li derveyî Tirkiyê ti herêmeke cografî bi navê Kurdistanê nîne.”

Parlamenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan, Herêma Kurdistanê bibîr xist û ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê pirsî? Kurdistana Iraqê nîne? Hulusi Akar wek bersiv got: “Nexêr.”

Di salên destpêka damezrandina AKPê de, Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, ji ber înkarkirina hebûna Kurdistanê bi dijwarî rexne li CHP û MHPê digirt û tomarên dîrokî bibîr dixistin.

Recep Tayyip Erdogan wê demê gotibû, “Peyva Kurdistan di tomarên parlamentoyê de dibînin. Hinekî vegerin serdema Osmaniyan. Dibînin ku başûrê rojhilatê Anadolê, Eyaleta Kurdistanê ye.”

Lê belê piştî têkçûna proseya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê, axaftinên Erdogan guherîn, lê dibêje ku Kurdistan li Iraqê heye.

Erdogan derbarê vê yekê de pêştir ragihandibû,“Herêmek bi navê Kurdistanê li Tirkiyê nîne. Eger gelekî hez ji Kurdistanê dikî, li bakurê Iraqê Kurdistan heye, wenda bibe biçe wê derê. Wenda bibe biçe wê derê.”

Berê jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, di meha Çile ya îsal de serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin