HSDê û Hevpeymaniya Navneteweyî li sînorê Iraq û Sûriyê dest bi operasyonekê kir

HSDê û Hevpeymaniya Navneteweyî li sînorê Iraq û Sûriyê dest bi operasyonekê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja înê 25ê vê mehê bi operasiyoneke leşkerî hevbeş bi hêzên hevpeymaniya navnetweyî re li ser sînorê Iraqê û Sûriyê li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek daye destpêkirin.

A+A-

 

Di vê operasiyona hevbeş de, hêzên koalisyona navnetewî bi hêza xwe ya bejahî û esmanî jî beşdar bûye.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyêl ji Dengê Amerîka re ragihand ku HSDê, bi beşdarbûna hêzên bejahî û asmanî yên koalisyona navnetewî dest bi operasyoneke leşkerî kirine li herêma Wadî ALhecîc ya ku dikeve rojhilatê bejahiya DêraZorê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê.

Gabriyêl got: “Tevî beşdarbûna esmanî, lê Ev cara yekê ye ku hêzên bejahî yên koalisîonê jî beşdar dibin, û ev xaleke girîng e ji bo Hêzên Sûriya demokratîk, û pêşdeçûnek e di karê me yê hevbeş de, bi taybet piştî opersyonên me yên rasterast li dijî rêxsitina terorîst a Daişê bi dawî bûn”.

Berdevkê fermî yê HSDê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêşdeçûna di navber her du hêzan de, çê bûye ji encamên bilindbûna asta karê sîstematîk û hevbeş yê di nevbera HSDê û koalisyona navnetwî de giheştiye vê astê ku mil bi mil şer bikin li dijî terorê.

Gabriyêl tekez kir ku wê her du hêz berdewam bin di piroje û pilanên hevbeş yên li dijî rêxistinên terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku koalisyona navnetwî hejmara hêzên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir û gelek maşîn û erebeyên zirxî derbasî herêmê kir ne, û herî dawî hejmark tankên Bradley.

Li gorî agahîyan ku ji doh ve hejmarek çekdarên bi gûman ku Daiş in hatin egirtin.

Li alîyekî din, li ser rêya Hesekê û Dêrazorê hewla kuştina fermandara Meclisa Leşkerî ya Dîra Zorê Lîlwa Ebdelah hat kirin, dema ku erebeya wê ji alîyê çekdarên nenas ve hat êrîşkirin. Di encamê de, Lîlwa û ajokerê wê birîndarbûn û hatin veguheztin bo nexweşxanê, lê heya niha rewşa wan ne dîyar e.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku ev cara 4an e, di heyama salekê de, ku hewla kuştina Lîlwa dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin