HSDê li Dêrezorê pêş de diçe

HSDê li Dêrezorê pêş de diçe

Di çarçoveya qonaxa sêyem a bahoza Cizîrê ji şerê li dijî rêxistina DAIŞê, şerên tundûtûj di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de berdewam in. Pêla penaberiya sîvîlan destpê kir.

A+A-

Li gor navenda ragihandinê ya HSDê, ji duh de, şer li nava bajarokê Baxozê yê gundewarê Dêrezorê diqwimin û şervanên HSDê karîne hin xalên rêxistina DAIŞê kontrol bikin û xêzên wê yên berevaniyê bişkînin û pêş de biçin.

Ji aliyekî din ve, bi dehan ji xelkên sîvîl ji bajarokê Hecîn û gundên derdorê ji bin destên rêxistina DAIŞê bazdan û xwe di riya dergehê aram re, gihandin deverên kontrola HSD.

Tê zanîn ku Encûmena Dêrezorê ya Sîvîl kampek li di devera Hecîn ava kiriye û penaberan pêşwazî dike û pêdiviyên mirovî jê re pêşkêş dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin