HSDê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyanî da: 30 kesan canê xwe ji dest dan

HSDê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyanî da: 30 kesan canê xwe ji dest dan

.

A+A-

- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, di êrîşan de heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji xelkê sivîl, karmend û şervan in û 15 kes jî leşkerên artêşa Sûriyê ne.

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Fermandariya Giştî ya HSDê derbarên êrîşên esmanî yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola xwe de dibêje, Tirkiyê demek dirêj bû ku amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikir û bi taybet jî teqîna wê dawiyê ya li Stenbolê ji xwe re kir hincet daku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê Mijdarê de bi şev seat di 12:00’an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.”

HSD di daxuyaniya xwe de behsa bombebarana firokeyên Tirkiyê bo ser Dêrikê û gundê Teqil Beqil ê ser bi vî bajarî ve dike û dibêje, “Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din gel kire hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Her wiha cihê belavkirina kehrebê jî zirarek mezin dît.”

Fermandariya Giştî ya HSDê amaje bi êrîşên esmanî yên bo ser Dirbêsiyê û Kobanî jî dike û wiha dide xuyakirin: “Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraatê digirtin şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanek me şehîd ket. Li Kobanê di encama êrîşên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtin.”

Li gor HSDê, di êrîşên Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê “zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyê jî jiyana xwe ji dest dane.”

Bi gotina HSD, ev êrîş ne tenê li hember gelê Kurd hat lidar xistin. Armanca vê êrîşê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwiha ragihandiye, êrîşên nû yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dê bê bersiv nemînin û destnîşan kiriye, “Di dem û cihên guncav de dê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin