HSDê 54 şervanên zarok li malbatên wan vegerand

HSDê 54 şervanên zarok li malbatên wan vegerand

.

A+A-

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Ofîsa Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), îro 54 zarokên di bin 18 saliyê de ku ji bo leşkeriyê hatibûne birin, li malbatên wan vegerandin.

Vegerandina wan zarokan îro Yekşemê 3ê Comteha 2021an di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş a navbera HSDê û Ofîsa Parastina Zarokan de li bajarê Amûdê hat ragihandin.

Di merasima vegerandina zarokan de, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan Xalid Cebir û Berpirsê Têkiliyan ê HSDê Egîd Agirî amade bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, ew zarok li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina biçekirina zarokan û peymana sala 2019an ku di navbera NY û HSDê de hatibû îmzekirin, radestî malbatên wan hatine kirin.

HSDê derbarê vegerandina wan 54 zarokan de dibêje, “Piştî rêkeftina îmzekirî ya Tîrmeha 2019an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Netewên Yekbûyî de, ku tekezî li ser çekdarnekirina zarokan û dûrxistina wan ji şerên çekdarî dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, îro 54 zarok ku temenê wan di navbera 15 heta 17 salan de ne, ji nav hêzên xwe yên leşkerî dûrxist.”

Li gor daxuyaniya HSDê, Berpirsê Têkiliyan ê HSDê Egîd Agirî di merasima vegerandina zarokan de ragihandiye, “HSD pabendî hemû peyman û qanûnên navdewletî ye, û tevlibûna wan zarokan ji encama sextekariya wan di temenê wan ê rastî de bûye, nemaze yên ku di encama proseya koçberkirinê û aloziyê de ku ji ber operasyonên terorîstî çê bûye, nasnameyên xwe winda kirine.”

Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê, Xalid Cebir jî ragihand, “Ofîsa Parastina Zarokan li herêma Cizîrê bi hevkariya komîteyên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine avakirin, di heyama dawîn de li ser vekolîna arşîvên hêzên leşkerî xebitîn, daku temenên kesên ku tevli van hêzan bûne bizanin, û li gor vê yekê, 54 zarok hatin dûrxisti û ew li malbatên wan hatin vegerandin.”

Cebir diyar kir ku divê zarok li malbat û dibistanên xwe vegerin, şerê ku 10 sal in rû didin bandoreke mezin li derûniya zarokan kir û wiha domand: “Zarok pêşeroja civaka me ne ku em hewl didin pêş bixin. Lê em dibînin ku zarokên civaka me berê wan her tim li xebata leşkerî ye. Em dê vegerandina wan zarokan li dibistanên wan bişopînin.”

Cebir destnîşan kir ku derdora 150 zarokan ji hêzên leşkerî hatine dûrxistin û radestî malbatên wan hatine kirin. Herwiha spasiya HSDê jî kir ku di radestkirina zarokan de dibe alîkar û got, HSD hêza yekane li Sûriyê ye ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî tevdigere.

Piştî rêkeftina Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li gel Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Parastina Zarokan di sala 2020an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin. Armanca wê ofîsê ew e ku her zarokek tevlî hêzên leşkerî bibe, bi rêya hemahengiya li gel HSDê, ew zarok li malabtên wan bên vegerandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin