HSDê 4 gund ji destê hêzên Tirkîyê derxistin

HSDê 4 gund ji destê hêzên Tirkîyê derxistin

Di berdewamîya şer û pevçûnên navbera HSDê û hêzên Tirkîyê û çekdarên Sûrî de, HSDê kontrolkirina 4 gundên navbera Serê Kanîyê û Til Temir ragihand.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kontrolkirina 4 gundên navbera herdu baajrokên Serê Kanîyê û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê ragihand.

HSD dibêje, piştî şer û pevçûnên dijwar hêzên wan gundên Menecîr, Lelan, Amirî û Ehrez ên navbera Serê Kanîyê û Til Temir bi tevahî kontrol kirine ku artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê dest danîbûn ser wan.

Şervanên HSDê herwiha êrîşeke artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar bo ser gundê Alya têk şikandine, ku hewl didan bên nav gund û rêya serekî ya Serê Kanîyê û Til Temir komtrol bikin.

Li gor fermandarên HSDê, di şer de bi dehan çekdarên opozîsyona Sûrîyê yên ser bi Tirkîyê ve hatine kuştin û birîndarkirin ku Tirkîye piştgirîya wan dike.

Hêzên HSDê şeva bihorî çekdarên opozisyona Sûrîyê li rojavayê Til Temir paşde dan.

Li derdora Kampa Eyn Îsa şer derket

Li derdora Kampa Eyn Îsa jî ku hejmareke zêde çekdar û malbatên DAIŞê têde dimînin, di navbera leşkerên artêşa Sûrîyê li gel artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên Sûrî de, şer û pevçûn derket.

Li gor çavkanîyên xwecihî yên deverê, şeva derbasbûyî artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar hewl dane li derdora Kampa Eyn Îsa pêşde biçin, lê di navbera wan û leşkerê Artêşa Sûrîyê de şer û pevçûn derdikeve ku li wê derê dimînin.

Derbarê encama şer û hejmara kuştî û birîndaran de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin