HSD: Êrîşên ser Til Temir û Eyn Îsayê dewam dikin

HSD: Êrîşên ser Til Temir û Eyn Îsayê dewam dikin

HSDê radighîne, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, berdewam in di êrîşên xwe yên ser gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê bi armanca dagîrkirina navçeyên din.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda ragehandina HSDê di daxuyanîyekê de ragihand, artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên bi ser ve, bi çekên giran êrîşî gundên Inq El Hewa, Ebdilhey li Zirganê kirine.

li Tiltemirê jî, grûpên çekdar bi çekên giran û topan gundên Menax, Um El Kêf û Til Tewîl topbaran kirine.

HSDê dibêje jî, li Eyn Îsayê, piştî encamdana gera çavdêrîyê ya Rûsî - Tirkî li sayloya Şirkrakê, komên çekdar êrîş kirin û ew sayloya genim dagîr kirin û 2 şervanên wan birîndar bûn.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin