HSD: Em bi merc piştgiriya devera aram dikin

HSD: Em bi merc piştgiriya devera aram dikin

Li gel hewldanên Waşinton û Enqerê ji bo ragihandina devereke aram li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew bi merc piştgiriya devera aram dike.

A+A-

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand: “Behsa damezrandina herêmeke aram li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê tê kirin. Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amade ne piştgirî bikin, lê bi mercekî ku di bin garantiya navdewletî de be, hemû pêkhateyên herêmê ji metirsiya jinavbirinê parastî bin û rê li ber her destêwerdaneke derveyî were girtin.”

 

HSD diyar dike ku wan ji destpêka damezirandina xwe ve heta îro di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê û rêxistinên din ên tundrew de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serokatiya wê dike, roleke giring lîstine û serkeftinên mezin bi dest xistine, ew niha û her dem erkê parastina hemû pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bi temamî cîbicî dikin. Herwiha tekezî li ser wê yekê dike ku herêma wan yekane herêm e ku hemû pêkhateyên Sûriyê têde bi hev re dijîn.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de peyamekê arasteyî Tirkiyê jî kiriye û ragihandiye ku "ti metirsiyeke me li ser derve, bi taybetî li ser Tirkiyê tine ye. Em hêvî dikin ku em bi Tirkiyê re bigihin jihevfêmkirin û çareseriyekê ku aramiya herêmê li ser sînor dabîn bike".

 

Daxuyaniya HSDê di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ragihandina herêmeke aram gotûbêj dikin, ku dê 20 mîl be li bakurê Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin