HSD: Dibe ku Ebû Bekir Bexdadî li Hecîn be

HSD: Dibe ku Ebû Bekir Bexdadî li Hecîn be

Peyvdara Operasyona Dêra Zorê Lîlwa Ebdella ragihand, ku piraniya serkirdeyên DAIŞê li bajarokê Hecîn in û dibe ku xelîfê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî jî li wî bajarokî be.

A+A-

Lîlwa Ebdella ji malpereke Erebî re behsa rewşa şerê li Dêra Zorê kir û zelal kir, ku piranya çekdarên DAIŞê yên li Hecîn mane, biyanî ne û ji şendîn welatan in.

Herwiha bi gotina Lîlwa: Giringtirîn serkirdeyên DAIŞê li wê navçeyê ne û dibe ku Ebû Bekir Bexdadî yan malbata wî li wê navçeyê be û HSD bi berdewamî çavdêriya bingehên DAIŞê û tevgera çekdarên wê girûpê dike da ku serkirdeyên xwe nerevînin.

Navhatî got jî: Operasyonên me bi tundî li dijî DAIŞê berdewam in û şervanên me karîne bingeheke serkirdatiya DAIŞê jinav bibin û bi dehan çekdarên DAIŞê bikujin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin