HSD 2 gund ji destê çekdarên ser bi Tirkîyê ve derxistin

HSD 2 gund ji destê çekdarên ser bi Tirkîyê ve derxistin

Hêzên HSD 2 gund li rojavayê bajarê Girê Spî ji destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê derxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor çavkanîyên xwecihî, roja înê, hêzên HSD herdu gundên Hurîye û Cirin li rojavayê Girê Spî ji destê çekdarên grûpên girêdayî Tirkîyê derxistin.

Li gor heman çavkanîyan, piştî jidestdana herdu gundan, çekdarên grûpên girêdayî Tirkîyê êrîşeke berûvajî li çend mihweran li navçeyê birine ser hêzên HSD.

Çavkanîyên xwecihî dîyar kirin ku şerê giran bi şêweyeke sereke li ser mihwerê herdu gundên Hurîye û Cirnê derketine.

Herwiha grûpên çekdar êrîşî gundê Ebû Xerezê dikin û hewl didin li wê navçeyê pêşde biçin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin