Hrant Dink hat bîranîn

Hrant Dink hat bîranîn

.

A+A-

Di dema bernameyê de ji Hevalên Hrantî Bulent Aydin li ser şaneşînê axivî û wiha got: “Heta kujêrên rastîn bi cezayê heq kirine werin cezakirin, heta hesabê vê kuştina nemerdane were pirsîn, heta em nebêjin qediyaye, ev doz naqede.”

Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê, Hrant Dînk weke her salê îsal jî ango di 15emîn salvegera qetilkirina xwe de tê bibîranîn.

Bernameya bîranînê li ber Apartmana Sebatê ya li ser Kolana Halaskargaziyê ye. Ev der li Şîşliyê, navçeya Stenbolê ye û berê ofîsa rojnameya Agosê bû. 

Hevalên Hrantî ji ber bergiriyên pandemiyê ji kesên ku wê beşdar bibin xwestine maskeyan bidin ber devê xwe û hay ji mesafeya xwe hebin. Kesên li ber avahiyê kom bûne, li bendê ne ku bername destpê bike. 

Îsal jî weke her sal axaftvan wê ji şaneşînê biaxivin. Mijara bernameya bîranînê “15 Salên Kêm” e.

Postereke mezin ê Hrant Dînkî li avahiyê daliqandine ku li ser wê "15 salên kêm" nivîsiye. Her weha qurnefîl danîn li cihê ku Hrant Dînk lê hatiye kuştin û mûm pê xistin. Beriya bername destpê bike stranên bi tirkî û ermenkî lê dan. 

"Heta em nebêjin qediyaye, ev doz naqede"

Di dema bernameyê de ji Hevalên Hrantî Bulent Aydin li ser şaneşînê axivî û wiha got: “Heta kujêrên rastîn bi cezayê heq kirine werin cezakirin, heta hesabê vê kuştina nemerdane were pirsîn, heta em nebêjin qediyaye, ev doz naqede.”

Aydinî di dewama axavtina xwe de got ku “Îro hin hevalên ne bi me re ne, hene” û bal kişand ser Bîrcan Yorûlmaz û Osman Kavalayî. Aydinî diyar kir ku yek ji Hevalên Hrantî Osman Kavala ev pênc sal in nikare beşdarî bernameyên bîranînê bibe: “Em dizanin, Kavala li me dinêre. Ji Sîlîvriya ku bi bêedaletî lê tê girtin, bi dilê xwe bi me re ye.”

Aydinî ji bo Bîrcan Yorûlmazê jî wiha got: “Bîrcan Yorûlmaz yek ji wan hevalên me ye ku 15 sal in ji vê şaneşînê ji we re diaxivî. Di nava 15 salan de cara pêşiyê ye ku li vê qadê ne bi me re ye. Cihê wê li ba me û li ba têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.” Paşê jî Emel Kûrmayê nameya ku Bîncan Yilmazê ji Girtîgeha Sîncanê nivîsiye û şandiye, xwend.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin