Hoza Teyî şewitandina ala Kurdistanê şermezar kir

Hoza Teyî şewitandina ala Kurdistanê şermezar kir

Hozên ereb ên Nînewayê li Iraqê di daxuyaniyekê de şewitandina ala Kurdistanê li Amûdê protesto kirin

A+A-

Yek ji mezintirîn hozên ereban şewitandina ala Kurdistanê li Amûdê ji aliyê alîgirên PYD ve bi tundî şermzar kir.

Di daxuyaniyekê de, Şêx Newaf Ferhan Al Nayif Atta'î serokê komcivata hoza Teyî diyarkir ku ew bi tundî "şewitandina ala Kurdistanê ku semboleka pîroze li nik birayen me yên kurd ji aliyên mîlîsên bi ser PYD ve protesto û şermezar dikin".

Şêx Atta'î her weha bangwazî li hozên ereban kir ku ew li hemberî "tawanên ku di welatê me yê xwoşewîst de dibin bêdeng nemînin."

Hejayî gotinê ye ku duh hozên ereb ên Nînewayê li Iraqê di daxuyaniyekê de şewitandina ala Kurdistanê li Amûdê protesto kirin.
(E.B)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin