Hizrek li ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê"  ya "Komxebata "Kurmancîyê"

Hizrek li ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" ya "Komxebata "Kurmancîyê"

Ev nivîsara min li ser pirtûka zimanî ya bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" ku ew encama xebata perspektîfa makroyî ye. Ev rexneya min dixwaze çend alîyên vê "Rêbera Rastnivîsînê" rabixe ber çavan.

A+A-

Hizrek li ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê"

ya "Komxebata "Kurmancîyê"

Lêkolîner, nivîskarê perwerdekar û mamosteyê zimanê kurdî Maruf Yilmaz

Em çawan dikarin di derbara çavkanî û referansên "Rêbera Rastnivîsînê" de agahdarîyê ji we wer bigirin?

Referans û çavkanîyên "Rêbera rastnivîsînê"çi ne, kî ne? 

Em çawan rastiya "Komxebata Kurmancîyê" têdigihîjin û rasteqînîya wê dikarin bibînin. 

Em çawan dikarin di derbara "Rêbera Rastnivîsînê" de rastiyê bizanibin?

Kurtasî

Ev nivîsara min li ser pirtûka zimanî ya bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" ku ew encama xebata perspektîfa makroyî ye. Ev rexneya min dixwaze çend alîyên vê "Rêbera Rastnivîsînê" rabixe ber çavan. Ev berhem di meha kanûna paşîn a 2019an de li Stenbolê ji nav weşanên Weqfa Mezopotamyayê der çûye. Ev berhem 229 pêktê û ji rûpela 13ê dest pêdike û di rûpela 229ê de diqede. Lê ji ber ku  ji rûpela 13ê dest pê dike, ji lewre pirtûk di rastîya xwe de 216 rûpel e û ji keda "makroyî" afirîye. Ev rûpel  behsa "Komxebata Kurmancîyê" û kesên ku beşdarên komcivînan bûne, dike ku ev xebat bi însîyatîfa "Weqfa Mezopoyamyayê" ava bûye. Berga pirtûkê sor e, lê navê berhemê li ser rengê reş hatîye nivîsîn û navê "Weqfa Mezopoyamyayê" jî li ser rengê spî hatîye nivîsîn.

Di sala 2015an de "Komxebata Kurmancîyê" ji alîyê "Weqfa Mezopoyamyayê ve  hate avakirin û piştî avakirina xwe 7 civînên wê  li Amed, Mêrdîn û Stenbolê çêbûne. Naveroka "Rêbera Rastnivîsînê" ji 32 sernavan pêktê û di serenava 1ê de 31 tîpên alfabeya kurmancî ya Mîr Celadet Bedirxan (1932) hene bêyî wî weke çavkanî nîşan bidin ev jî dibe kêmasîyeka mezin. Alfabeya Celadet Bedirxan di sala 1932an de hat weşandin û bûye bingeha rastnivîsîna kurmancî.

Di amadekirina "Rêbera Rastnivîsînê" de  18 mêr beşdar bûne, ew jî ev in:

Bahîz Omer Ahmed, Bahoz Baran, Behrûz  Şunaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Zewzad Hirorî, Samî Tan, Şoresvan Adıl, Zana Farqînî, Zulkuf Ergan.

LÊKOLÎNÊN BERÊ

Di serenivîsa "Rêbera Rastnivîsînê" ya 1ê de 31 tîpên alfabeya kurmancî cih digirin,  bêyî ku  behsa alfabeya Latînî ya Mîr Celadet Bedirxan (1932) bike û wê  weke çavkanî nîşan bide. Divê "Ekola Hawarê" ya Mîr Celadet Bedirxxan ku ew ji alîyê zanistîyê ve rasttir û hêsantir e, bibe bingeh ji bo rastnivîsîna kurmancî û em ji "Ekola Kurdên Sovyeta berê" ya prof. Kanatê Kurdo sûd werbigire. Ji bilî wê jî, Ekola Kurdên Swedê ya bêalî heye. Kamuran Bedirxan, Kemal badilî û Reşîtê Kurd û hin kesên din jî, Rêzimanên kurdî-latînî nivîsîne. Divê em mîrasîya kovara "Hawarê" û Ronahî ku ew bi keda Mîr Celadet Bedirxan derdiketin, em nekin malê xwe. Gava mîraseka çandê wenda bibe, hingê mirovahîyek jî pê re wenda dibe. Ez li vir behsa keda Celadet Bedirxan dikim, lê ez rastnivîsîna wî anku alfabeya wî nakim "Quran" ne jî "Mishefa Reş". Em dê alfabeya Bedirxan bingeh bipejirînin û sîstemên latînî yên Mac Carus, Tewfiq û kesên din jî, sûd werbigirin. Di alfabeya Celadet Bedirxan de 31 tîp hene û alfabeya wî wekî alfabeya polonî yek ji dirêjtirîn alfabeyên latînî ye. "Komxebata kurmancîyê" û pirtûka wê "Rêbera kurmancîyê"  Celadet Bedirxan, kovara "Hawar" û "Ronahî" jî wekî  çavkanî destnîşan ne kirine. Herçendî pirtûkeka  lêkolînê nebe jî, divê çavkanî bihata nivîsîn.

(Hêvî, hejmar 1/îlon 1983: 25).

Grimdal, G. (1993) behsa teorîya tewanga navdêrên kesan dike û ew zimanzan Augusti Schleicher mînak nîşan dide. Li gorî Augusti Schleicher di zimanên kevnare de tewanga navdêran hebû, lê bi demê re dihê guhartin û hêsantir dibe. Di zimanên kevnare yên mîna sanskritî  de tewanga  navdêran hebû. Lê ev tewang ji bo hemû navdêran derbas nedibû, lê ji bo "Rêbera Kurmancîyê derbas dibe. Li gorî teorîya Noam Chomsky (2006) di hizra zarokî/ê" de "Gramera hundirîn" heye û ew kevneşopîya rêzimanîya xwe ve girêdayî ye. zimanzanîna zarokî/ê ya gerdûnî  heye û ew pê ve girêdayî ye. Ji bilî vê yekê, qayîdeyên navxweyî, mîras û kevneşopî jî di zimanê wî/wê de hene. Zarok bingeha nivîsîna zimanê xwe bi xwe  fêr bibe.

Di sala 1922-1923an de hukumeta Iraqê ya ku nû çêdibû biryara perwerdeya zimanê kurdî wergirt da ku kurd bi zimanê xwe perwerde bibin, lê bi armanca ku kurdan perçe-perçe bike û kir jî, soranî kir zimanê perwerdekarîyê, lê wekî farisî di soranî de zayenda "mê" rakir û bi hawayî soranî nêzikî farisî kir. Berê "nêr" û "mê" di soranî de jî hebûn, armanca projeya fermîkirina soranî dîyar e.

GOTÛBÊJÎ

Di amadekirina "Rêbera Rastnivîsînê" de tenê 18 mêr beşdar bûne û nebeşdarbûna jinan, cihê xemgînîyê ye. Perwerdeya nûjen ji "mê" û "nêr" pêk dihê. Ji ber vê yekê "Komxebata Kurmancîyê" ya "Weqfa Mezopoyamyayê" tenê rêbera xwe ye. Heke yekî/yeka zimannas bi serê xwe vê pirtûka "Rêbera Kurmancîyê" amade bikira dê baştir bibûya. Di amadekekirina Rêbera "Rastnivîsînê" de  ewqas pere anku misref û di ser de beşek jî mîraseka Celadet Bedirxan, Qanatê Kurdo û Kamuran Alî Bedirxan  hat tunekirin. Celadet Bedirxan, Kamuran Alî Bedirxan û Qanatê Kurdo mîna deryayekê bêbinî û bêserî ne; xwezî "Komxebata Kurmancîyê" bikaribûya bibûya dîlopek ji wê deryayê, lê ne bû.

Kêmasîyên "Rêbera Kurmancîyê" parve dibin ser çend xalan, hin ji wan xalan ev in: Nebikaranîna lîsteya çavkanî, referens û pirtûkên zanistîyê yên derveyî înternetê, referensên înternetê, rojev û têbinîyên 7 komcivînên "Komxebata Kurmancîyê". Lê ji bilî xalên jorîn jî di vê pirtûkê de pirsgirêkên rêzimanî, teknîkî, rastnivîsînê jî pir in.

"Rêbera Rastnivîsînê" 32 serenav çewt hatine rêzkirin û nivîsîn. Naveroka pirtûkê  li gorî zanistîya wê hatîye amadekirin, lê rastîyeka din dikare hebe ji bo kalîte û kapasîteya vê pirtûkê. Mirov nikare vê pirtûka hanê ji bo zanîngeh, dibistan û lîseyê bikarbîne.Bi vê pirtûkê ve tevlihevîyên ku di kurmancî de hene "safî" nabin, lê dê zêdetir bibin û  nıbibin sedemên tevlihevîyên nû.

Ev pirtûk mîna mirova ku li ser serî li erdê be û lingên wê li jor bin. Divê ev "18 kesên ku ji xwe re dibêjin "zimanzan" ji nû ve bihizrin. Di "Rêbera Rastnivîsînê" de kêmasîyên rêzimanî û rastnivîsînê hene, lê ji bilî wan jî ev kêmasî hene: Lîsteyên navên referensan, referensên zindî, referensên înternetê û têbinîyên 7 komcivînên "Komxebata Kurmancîyê".  Jıxwe di nav wan de zimannas tune ne, lê ew dixwazin xwe zimannas û desthilatdar nîşan bidin.

Ev pirtûk wisan dest pê dike û hevokên pêşîn ev in: "Ziman, di axaftinê da û di dinivîsînê da bi awayên cuda dîyar dibin." Ji bo "Komxebata Kurmancîyê" hevokên wê rast in û ew rastî ji bo wê derbas dibe. Rastîyeka din dikare hebe û ew rastî bi xwe ve girêdayî ye. Rastîya ku bi xwe ve girêdayî ye ev e: 

Ziman, di axaftin û dinivîsînê de bi awayên cuda dîyar dibin.

Di naveroka pirtûkê de 32 serenav hene, lê ev serenav hemû çewt hatine rêzkirin. Ez dê li vir  tenê behsa du serenavên ewilî  bikim. Mîjara serenavên yekem û duhemîn eynî ye. Lê di "Rêbera rastnivîsînê" de  mîna du serenavên cûda hatine nivîsîn.

Li vir binêre:

"1.Alfabe..............................................................19

1.1 Tîpên alfabeya kurmancîyê..............................19

1.2. Bilêvkirina tîpên nimînedeyên nedengdêran....19

2. Alfabeya tîpgotinê............................................19

2.1 Tîpgotina li ser  navên mirovan........................19"

32 serenavên "Rêbera Rastnivîsînê" çewt in, lê ez li vir behsa wan çewtîyan nakim, ez tenê serenavên pêşîn mînak didim.

Rastîya serenavên jorîn ev e:

1. Alfabe...............................................................19

1.1 Tîpên alfabeya kurmancîyê..............................19

1.2. Bilêvkirina tîpên nimînedeyên nedengdêran....19

1.3 Alfabeya tîpgotinê............................................19

1.4 Tîpgotina li ser  navên mirovan.......................19

"4. Serenavên bajar û bajarojên Kurdistanê" r.27

4.1. Kurdistana Bakurî.....................................27

4.2. Kurdistana Başurî......................................28

4.3. Kurdistana Rojhilatî...................................29

4.4. Kurdistana Başûrê Rojavayî"

5. Navên welat, paytext, û yekeyên pereyan...30

6. Navên gel/netewe û zimanan.......................38

7. Navên hêlan.................................................39

Pêşnîyaza min ev e:

"4. Serenavên bajar û bajarojên Kurdistanê" r.27

4.1. Bakurê Kurdistanê....................................

4.2. Başurê Kurdistanê.........................................

4.3. Rojhilatê Kurdistanê.......................................

4.4. Başûrê Rojavayê Kurdistanê...........................

4.5. Navên welat, paytext, û yekeyên pereyan..........

4.6. Navên gel/netewe û zimanan38.........................

4.7. Navên hêlan....................................................

"Rêbera Rastnivîsînê" mirova dawîn a  dema berê  ye û ew sergêjî û dijwarîyan biafirîne. Di vê pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê"  de kurmancî bûye kurmancîyê. Ev sergêjî û dijwarî ye. Ev dihê wateya tunekirina mîrasa Celadet, Bedirxan, Kamuran Alî Bedirxan û Prof. Qanatê Kurdo ku "Komxebata Kurmancîyê" bi xwe jî, mîrasa wan e.

Rastnivîsîn ji alîyê pedagojîyê ve jî girîng e. Hêsankirina rastnivîsîna kurdî; hîndekarîyê zûtir û xweştir dike. Ji me re  rêzimaneka hêsan, yekgirtî, teknîka wê nûjen û praktîktir be, pêwîst e. Teknîka wê li gorî nûjentîyê be.

Di "Rêbera rastnivîsînê" de 32. ferhengok, r.223

Di beşa ferhengoka "Rêbera Rastnivîsînê" ya 32an de çewtîyên "lexikologî" û peyvnasînê hene. Divê ferhengzanîneka (lexikologî, lexikografî) sîstematîk di vê beşê de amade bikira da ku xwendekarên kurd bikaribin jê sûd wer bigirin. Lê kêmasîyên din jî têde hene û ew kêmasî nîşanê me didin ku peyvên Hindo-Ewropî yan jî latînî li gorî lêvkirina tirkî hatine nivîsîn û rasterast ji internetê hatin kopîyakirin û tirkîkirina peyvên ewropayî. Mînak:

Assimilation (ingilîzî), assimilation (swêdî), mission (îngilîzî), mission (swêdî). Lê di "Rêbera Rastnivîsînê de lêvkirina tirkî bûne bingeh û "misyon" û "asimilasyon" mîna lêkirina tirkî hatine amadekirin û nivîsîn (r.223). Lê di rastîya xwe de kurdî û tirkî zimanên cuda ne. Divê em orjînala tîpên ku di qurm û navbera tîpên navdêran de hebin, biparêzin. Tîpên qurm û koka peyvên latînî yên "assimilatio" û "missio" hatine guhartin û ev guhartin prensîpên "ferhengzanîyê (lexikologî, lexikografi) jî binpê dike. Pêşnîyaza min ev e, bila weke îngilîzî/swêdî/ewropayî bihên nivîsîn: "assimilation",  "mission". Ridwan Xelil jî di kovara Candname.com ê de behsa  peyvên erebî dike û rexneyan li Rêbera rastnivîsînê digere. Bi sed peyv çewt hatine nivîsîn. Ev tenê mînak e. Mînaka duyem jî erebkirin û deynkirina peyvên erebî ne. Mînak: 

Hîs

Tesîr

Fambar

Kêtêb

Eynî

esas

Firq

Pêşnîyaza min ev e:

Hîs: hest

Tesîr: bandor

Fambar: serwextbar, têgihîştbar

Kêtêb: pirtûk

Eynî: heman

esas: bingeh

Firq: cuda

Paşpirtik dikare lê zêde bibe. Mînak: Ez Şivan û Xezalê dibînim. Ez Mustafa Aydogan û Newzad Hirorî dibînim. Ez derî vedikim. Lê li gorî "Rêbera rastnivîsînê" ya "Komxebata "rastnivîsînê" weha dihê nivîsîn: Ez Osmanî û Newzad Hirorîyî dibînim. Ez derîyî vedikim. Ev nezanî ji nezanînê ye.

 Navên ku bi tîpên latînî bin anku yên ku bi tîpên latînî hatine nivîsîn, wekî xwe dihên nivîsîn û qet nayên guhartin. Rastnivîsîna navdêrên ku bi tîpên kirîlî, erebî, çînî, japonî û yên ku ne latînî bin, li gorî wergera tîpê bi tîpê bihên wergerandin da ku ew nav orjînalbûna xwe biparêze. Dibe ku hemû tîpên ku di navê wî/wê de hebin, di kurmancî de ew tîp tune bin, hingê mirov dikare tîpên herî bikêrhatî hildibijêre û binivîsîne.

"18 .2.3 Nivîsîna navdêrên taybetî yên zimanê çînî, japonî û koreyîyê"

Di beşa navdêran de 34 nav hene, lê tenê 3-4 nav rast hatine nivîsîn. Peyva  "koreyî" hatîye tewandin û bûye "koreyîyê". 

Di "Rêbera kurmancîyê  de navderên taybetî yên bi tîpên kirîlî, erebî, çînî, japonî û yên ku bi  zimanên biyanî bûn, hatine guhartin, bûne navên din û ji ber vê yekê mirov nikare bi rêya "google" li van bigere. Xwendekarên "universîte û xwendegehên bilind nikarin ji vê pirtûkê sûd werbigirin û ji lewre divê ji nû ve bihête amadekirin û çapkirin. Google pêwenga herî girîng e û deryaya cîhanê ye. Belê, "Google" çavkanîyeka navneteweyî ya cîhanê û ew deryayeka bêbinî ye. Bi gotineka din google bûye girîntirîn motora lêgerînê ya tevahîya cîhanê. Xwendekarên kurd jî mîna xwendekarên din, ji sîstema "googlê sûd wer digirin. Lê li gori vê pirtûka ku di destê min de ye, tu xwendekarekî/a kurd nikare jê sûd werbigire. Ez bi xwe jî nizanim ev pirtûk bi çi armancê hatî amadekirin û çapkirin. Armanca pirtûkê ne dîyar e.

Mînak:

Mao Zedong bûye Mao Zedûng, Konfucius (Kong Fuzî)  bûye Konfiçyus, Kenzaburo Oe bûye Kenzaburo Owe, Taisho bûye Taîşho...(r.60).

 Mikhail Sergejevich Gorbacheve (Mikhail Sergevitj Gorbatjov) bûye"Mixayîl Sergeyeviç Gorbaçov"û Mikhail Aleksandrovitj Sjolokhov bûye "Mîxayîl Aleksandroviç Şoloxov". Recep Tayyîp Erdogan (ne Recep Teyib Erdoxan), James Franklin Jeffrey (ne James Jeffreyî), Donald John Trump (ne Donald John Tramp...

Alternatîfa duhemîn jî ev e: Michaîl Sergejevîç Gorbaçeve, Anton Parloviç Çekhov, Mikaîl Aleksandroviç Şolokhov...

Divê em dev ji tewandina navdêrên taybetî berbidin.

Sê sal berê kurdekî reben, navê William Shakespeare jî, guhartibû kiribû kurdî "Şekspîr". Di pirtûkên akademîk de navdêrên taybetî yên kesan nahên guhartin, tenê  tîpeka dawîya navan dikarin bihên guhartin. Lê ya herî baş ew e ku navê kesî/kesê orjînalbûna xwe biparêze.

Di vê berhemê de Şivan bûye "Şivên, Osman bûye Osmên anku Osmanî, Şerko, bûye Şerkoyî, Mustafa bûye Mistefa... Zinar bûye Zinêr anku Zinarî, Azad bûye Azadî... Di almanîya kevnare de jî tewanga navdêr û rengdêran ê hêdî - hêdî siviktir bû. Lê di "Rêbera Rastnivîsînê" de zêdetir bûye. Kêmasîya mezin ew e ku "navên ku ji zimanên  alfabeya kirîlî hatine  wergirtin li gorî bilêvkirinê bi tîpên kurmancîyê dihên nivîsîn" (r.59).  Gava  ku bi "lêvkirinê" be, mirov nikare ji sîstema google.com sûd werbigire û alîyekê ve jî pirsgirêka nasname û ewlehîyê jî dê derbikeve. Bi ya min baştirîn ew e ku em li gorî tîpên îngilîzî ji tîpên kirîlî wergerînin kurmancî. Gava ku  dawîya navekî  bi  tîpên "Ch"  biqedin hingê   ew herdu dibin tîp "Ç" û "Sh" jî dibe"Ş".

 Di "Rêbera Rastnivîsînê" de divê hemû navdêrên kurmancî li gorî qaydeyên xwe yên rêzimanî bihên tewandin. Ev tewandin ji bo hemû navdêran derbas dibe" (r.117).

Ev hizr ne rast e û divê bihê guhartin. Qaydeya nivîsîna navdêrên taybetî yên kesan ew e ku ew orjînalbûna xwe biparêzin ji bo "ewlehî û lêkolînên navneteweyî.

"Kurmancîyê"

Di beşa serenavên 4an de " Navên bajar û bajarokên Kurdistanê" hene, lê ew jî çewt hatine nivîsîn. Di derbara vê mîjarê de hevbajarîyê min Amed Tîgrîs jî, kurtenivîsarek nivîsî û ew di kurtenivîsara xwe de behsa tewanga "bakurî" dike.  Nimûne:

"4.1. Kurdistana Bakurî

4.2. Kurdistana Başûrî

4.3. Kurdistana Rojhilatî

4.4. Kurdistana Başûrê Rojavayî"

Li gorî min ev hemû çewt in.

Rastnivîsîn:

1. Bakurê Kurdistanê.

2. Başûrê Kurdistanê.

3. Rojhelatê Kurdistanê.

4. Rojavayê Kurdistanê.

Navên hêlan jî çewt in, lê li gorî "Komxebata Kurmancîyê" rast in:

Bakurê Rojavayî, bakurê Rojhilatî, başûrê rojavayî, başûrê rojhilatî.

Bakurrojava, bakurrojhilat, başûrrojava başûrrojhihat.

Serenav 7 û "Navên hêlan" weke serenavên din çewt in û li gorî "Komxebata Rastnivîsînê" weha dihê nivîsîn: Bakurê Rojavayî, Bakurê rojhilatî, başûrê rojavayî, başurê rojhilatî. Li gorî "Rêbera Rastnivîsînê"  ya "Komxebata Kurmancîyê" hemû navdêrên "nêr" dihên tewandin. Lê ev dîtin ji du alîyan ve çewt e. Yek jê di tu  zimanekî Hindo-Ewropî de qayîdeyeka bingehîn ji bo hemû navdêrên nêr/mê û lêkeran hebe tune ye û kurdî weke hemû zimanên Hindoewropayî xwedîyê  taybetîyên xweser e. 

Rastnivîsîn:

Bakurê Rojava, bakurê rojhilat, başûrê rojava, başûrê rojhilat

Di  serenava 5ê de "Navên welat, paytext, yekeyên pereyan"

Navê welatê ewil "Afrîkaya Bakurî" ye, lê ew jî çewt e. Lê Afrîka Bakur rasttir e. 

 Di beşa sernava 6ê de jî kêmasî pir in.

"6.  Navên gel/netewe û zimanan"

Peyva ewil "gel" û netewe weke peyvên hevmane nivîsîne. Lê wateya wan weke roj û şev  cuda ye. Gel dihê wateya "şênî" yê (qalabalik, xelq), lê netewe (nation) xwedîyê çandeka hevpar e û wateya wê cuda ye. (2019: 27)  4.1 2019 Komxebata Kurmancîyê.

Di dawîya "Rêbera Rastnivîsê" de ji ferhengokeka ku ji 7 rûpelan pêk dihê heye. Di vê ferhengokê de wateyên 133-135 peyvên kurdî  hene û  wergera wan ya bi zimanê tirkî, farisî û erebî hene. Di vê beşa dawîyê ya ferhengokê de du peyvên ku herî bala min kişandin "Biker" û "bireser" hebûn. Li gorî dîtina min ev herdu peyv ji zimanê kurdî re biyanî ne. Ji ber vê yekê, em dikarin di şûna wan peyvan de "kirde" (subjekt) û berkirde (objekt) bikarbînin. Di vê beşê de "guvaş" heye û wergera vê peyvê "stress"e. Lê "guvaş" wateyeka din dide. "Stress" dihê wateya westîna zêde, hewldana zêde, zexta fîzîkî û psîkolojîk. Ji 80% peyvên ku di  ferhengoka navdêran de hene, çewt in.

"27.6. Nivîsîna morfema neyînîyê" û çewtîyên wê hene ku mirov dikare  di derbara wan çewtîyan ji 3-4 Ekolan sûd werbigire bikaribe bigihîje rastîyeka serbixwe. Di derbara raweya neyînî de heta niha çend guhartin çêbûne. Ekola  Hawarê ya Celadet Bedirxan bi bandor e, lê ew û  Kamuran Alî Bedirxan ji hev cuda dinivîsînin. Ekola kurdên Sovyetî bi hawayekî din raweya neyînê dinivîse û  Ekola kurdên Swêdê jî heye. Di pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" de pirsgirêkên sereke yên rastnivîsînê hene û divê ew pirsgirêk  çareser bibin.

Di rûpela 124an de tevlihevkirineka mezin heye. Gihanek "girêk" e û ew  peyvan, du hevokan, sê hevokan anku du hevokan, peyv û hevokek an jî hevok û peyvek digijîne û   bihevre girê dide. Bi swêdî û îgilîzî  jê "konjunktion / conjunktion dibêjin.  Gava ku di kirde (objekt) û du objekt hebin, hingê tenê berkirdeya dawîn dihê tewandin. Lê  "Komxebata Kurmancîyê" herdu berkirdeyan (2 objekt) bihevre ditewîne. 

 "Komxebata kurmancîye" wisan dinivîse:

"Ez hespî û Mehinan dibim malê. (22.6. r. 126)

Ez hespî û nêrîyan dibînim.

Ez mehînê û beranan difiroşim.

Ez mehînê û  bizinan dibînim."

Navdêrên jorîn yekhejmar û pirhejmar hatine tewandin. Divê tenê navdêrên dawîn bihên tewandin. Pêşnîyara min ev e:

Ez hesp û mehinan dibim malê.

Ez hesp  û nêrîyan dibînim.

Ez mehîn  û beranan difiroşim.

Ez mehîn û  bizinan dibînim.

"Rêbera Rastnivîsînê"       Neyînî

Erênî     

Min dikarî                       Min nedikarî.                                                                     

Min dizanî                      Min nedizanî."

 Di derbara rastnivîsînê de  dîtinên min ev in:

"Erênî"            "Neyînî"

Min dikarî       Min ne dikarî.

Min dizanî       Min ne dizanî.

Di kurmancî de pirsên rastnivîsînê  hê bicih ne bûne û  ew bêhtir pirsgirêkên rastnivîsînê ne. Di raweya neyînî de pirsgirêkên mezin hene. Di "Rêbera Rastnivîsînê" de morfema neyînî ya nivîsînê weke navdêr, hoker, gihanek,  rengdêr û bi alîkarîya paşpirtika "ne" dihê çêkirin.

Li gorî dîtina min, divê wisan bihên nivîsîn:

Ez dihatim.   Ez ne dihatim. 

Tu dihatim.  Tu  ne dihatî.   

Ew dizanim.  Ew ne dihate.

Em dihatin.  Em ne dihatin.

Hûn dihatin. Hûn ne dihatin.

Ew dihatin. Ew ne dihatin.

Di tewandina  neyînî ya "nîn bûn" ê de:

Ez kurd im. Ez kurd nîn im. Ez ne kurd im.

Nimûneya din:

Ez im.     Ez nîn im. Ne ez im.

Tu  yî.     Tu nîn î. Ne tu yî.

Ew  e.     Ew nîn e. Ne ew e.

Em in.     Em nîn in. Ne em in.

Hûn in.   Hûn nîn in. Ne hûn in.

Ew in.     Ew nîn in. Ne ew in.

Tewang

Di "Rêbera Rastnivîsînê" de wisan hatîye nivîsîn: "Di nivîsîna kurmancîyê da, divê hemû navdêran li gor  qayîdeyên rêzimana kurmancîyê bihên tewandin. Ev yek ji bo hemû  navdêran derbas dibe.

Hevoka ewilî ev e:

Li ser xanîyî (r.118)

Ez Osmanî dibînim. (r.119)

Ez derîyî vedikim.

Ez Osmên dibînim.

Gava ku bi tîpa "î" yê biqede, hingê nayê tewandin. Pêşnîyaza ev e:

Li ser xanî (r.118)

Ez Osman dibînim. (r.119)

Ez derî vedikim.

 Li ser xanî.

Nimûneya din:

Ez mêst dixwim (r.256)

Ez nên dixwim. (r.156)

Wê/wî  em înan (r.156)

Wê/wî ez înam. (r. 156)

Li gorî dîtina "Rêbera rastnivîsînê

Mar dibê "mêr", aş dıbe êş, lawil dibe lêwik, nan, dibê nên, xanî, dibe xênî...

"Rêbera Kurmancîyê"                      

di...da, ji ...ra, ber bi wê va, xanîyeka mezin (r.135, 169, 170).

 Daçekên kurmancî  dibe ku di klasîkên kurdî de "da", "va" "ra"

Daçekên kurmancî  "di...de", "bi ...ve" û "ji... re"  ku mîrasa Celadet Bedirxan, Kamuran Alî  Bedirxan û ekola Swêdê ne û bi sedan di pirtûkên kurmancî de jî ev mîras dihê dîtin. Lê dibe ku daçekên kurmancî  di klasîkên kurdî de weke "da", "va" "ra" bin. "Rêbera rastnivîsînê" projeya afirandina sergêjî û dijwarîyan e. Divê em xwîner û xwendekarên kurd bihizrin û em mêjîyên wan tevlihev nekin.  Di Rêbera Rastnivîsînê" ya "Komxebata kurmancîyê" de....

Daçek (r. 169)

ji pişt  xanîyî

Ji bin xanîyî

...da...ra...va (r.170) nimûne: Di kurmancîyê da, ji dibistanê ra, ber bi malê ve.

Bi Xezalê ra

Bi dîwarî ve

Di berîkê da

Di çarşîyê ra

...

Daçek (r. 169)

Ev rûpel pir tevlihev e.

Ji pişt  xanî  ... (ji pişt  xanîyî çewt e, ji ber ku bi tîpa "î" diqede.

Ji bin xanîyî

di..de...re...ve (r.170) nimûne: Di kurmancîyê da, ji dibistanê ra, ber bi malê ve.

bi Xezalê re

bi dîwarî ve

di berîkê de

di çarşîyê re

"Komxebata Kurmancîyê" û çewtîyên wê di derbara lêkera 'hatin, bihê, dihê weke cînava kesê/kesa sêhem (ew) de heye.  Ez wisan dinivîsînim: Ez têm. Tu têyî, ew tê, em tên, hûn tên, ew tên. Lê heger mirov li gorî qayîdeyên rêzimana kurdî binivîse, hingê rastî ev e:

Ez dihêm (Ez têm).

Tu dihêyî (Têyî)

Ew dihê (dihêye, dihê)

Em dihên.

Hûn dihên.

Ew dihên.

 Rêbera rastnivîsînê û pirtûka Mustafa Aydoganî

"Î", "y", "yê"

M. A. (2012) di pirtûka xwe ya bi navê "Rastnivîsîna Kurmancî" de nivîsîna ku "î" berî yê biqede, hingê dibe "i", lê  di "Rêbera Rastnivîsînê" de nabe "i" weke xwe "î" dihête nivîsîn.  Tîpa "î" hêsantir e. Min bixwe "î" qet nediguhart weke "î" dinivîsî.

Di rûpela  30 -36an de jî  ji sedî 4 navên welat û yekeyên pereyan çewt hatin nivîsîn.

Afrîkaya Başûrî , Efxanistan, Stokholm, Yûnanistan...

Ez wisan dinivîsînim: Afrîka Başûr (ji ber ku bi paşpirtıka "a" diqede û tewandin ne pêwîste). Afganistan, Stockholm, Yewnanistan,  û hwd.

Celadet Bedirxxan û Kamuran Alî Bedirxan ji me re bingeha rêgeha rastnivîsîna kurmancî  danîne û mafê kesî/kesê tune ye ku  mîrasîya wan tune bike.      

Di rûpela 135an de tevlihevkirinek heye.  "Komxebata kurmancîye" wisan dinivîse:

...Lewra gireya îzafeyê, ji bo navdêrên yekhejmar wekî ya navdêrên mê yên nasyar"a" ye. Ev "-a" bi dû "ye"ek ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn. Nimûne: Mehîneka malê, goreyeka min, qelemeka sor, pencereyeka malê. Ev hevokên jorîn bi tevahî nenasyar in.  Paşpirtirkên nebinavkirî ne. Ji alîyê din ve peyva "nasyar"  ne ya Celadet Bedirxan e, hatîye çêkirin.

Peyvên "nenasyar"  û  "nasyar" ên "komxebata Kurmancîyê ne û di şûna  "nebinavkirî"  binavkirî" yên  ku Celadet Bedirxan û Kamuran Alî ji me re wekî mîrasa xwe hiştine.

Min bi xwe peyvên  "binavkirî", "nebinavkirî" paşpirtik  di dersên xwe de bikartînim. Ne rast e ku em dev ji mîrasa xwe ya berê ber bidin û mîrasa kevn ya Celadet Bedirxan,  Kamuran Alî Bedirxan û Qanatê Kurdo tune bikin. Lê kêmasîyên Celadet Bedirxan jî hebûn.

Mînak:

Ez hati  bûm.

Tu hati bûyî.

Ew hati  bû.

Em hati bûn.

Hûn hati bûn.

Ew hati bûn.

Lê Celadet Bedirxan çewt nivîsîbû û ez jî carna çewt dinivîsînim. Rastîya lêkerên jorîn ev e:

Ez hatibûm.

Tu hatibûyî.

Ew hatibû.

Em hatibûn

Hûn hatibûn.

Ew hatibûn.

Celadet Bedirxan ji wan paşpırtikan re veqetandek dibêje û ew paşpirtika "e"   wisan dinivîsîne:

Mehîneke malê, goreyeke min, qelemeke sor, pencereyeke malê.

Rêbera rastnivîsînê:

Mehîneka malê, goreyeka min, qelemeka sor, pencereyeka malê. D

"29.11. 1. Tewanga reqemên romayî "

Di derbara nivîsîna tewanga reqemên romayî  de çewtîyên mezin hene. Lê  Ji bilî  çewtî û kêmasîyên rêzimanî,  teknîkî û çavkanî jî reqemên romayî  ku  jibergirtin in, nehatine nivîsîn. Di derbara çavkanîyên reqemên romayî de  agahdarî  tune ye.

Rêbera rastnivîsînê 2019, r.193

"Nimûne

Hesoyê XV-an

Ehmoyê XII-an

Cindoyê X-an

Remoyê I-em"

Pêşnîyaza min ev e:

Hesoyê XV-em  (15em)

Ehmoyê XII-em (12em)

Cindoyê X-em (10em)

Remoyê I-em  (1em)

15emîn (15em) 12emîn (12em), 10emîn (em), 1emîn (1emîn).

"Rêbera rastnivîsînê" mîna mirova ku li ser serî li erdê be û lingên wê li jor bin. Divê ev mirov rabibe ser lingên xwe.

ENCAM

Kapasîteya "Komxebata Kurmancîyê" ji bo bicihanîna "rastnivîsîneka standard" tune ye. Di derbara netewandina peyva "kurmancî" de Celadet Bedirxan, Kamuran Alî Bedirxan û Qanatê Kurdo hevhizr bûn û ez bixwe jî bi dîtina wan  re me.

  Li gorî rêbazên zanistî, divê referensên "Komxebata Kurmancîyê" hebin, lê tune ne. Di "Rêbera rastnivîsînê" de çewtîyên rêzimanî, tewanga navdêrên taybetî yên kesan, termînolojî, ferhennasî (lexikologî, lexikografi) û rastnivîsînê hene. Di "Rêbera Rastnivîsînê" de ji bilî kêmasîyên rêzimanî, pênc  kêmasîyên din hene, ew jî ev in:

1. Lîsteyên navên referens, pirtûk, rûpel tune ne.

2. Referensên zindî...

3. Referensên înternetê tune ne.

4. Têbinîyên 7 komcivînên "Komxebata Kurmancîyê" jî tune ne.

5. Di beşa serenava 32an a ferhengoka pirtûkê de kêmasî di derbara rêbazên ferhengokî û  "qaydeyên struktura zimanî" de hene.

 Di pirtûka "Rêbera kurmancîyê"de  mirov ne çalak e. Divê takekes kirde (subjekt) be da ku ew bikaribe xwe biguhirîne û bi demê re biherike.

Ez bi çavekî ”korresponê” nikarim li " Rêbera rastnivîsînê" mêze bikim, ji ber ku lihevkirinek tune ye. "Komxebata kurmancîyê" rastîya xwe mîna rastîya hemû kurdan dibîne û dixwaze takekes pê re bihên girêdan. Ev mentalîteya dema berê ye. Rastîya wê di zimanî de hatîye çêkirin. Lê ne ”logîk” e. "Rêbera Rastnivîsînê" mîna mirova ku li ser serî li erdê be û lingên wê li jor bin.

Çavkanî û referens

Chomsky, Noam The architecture of  language: Oxford University. 2006

Rêbera Rastnivîsînê. Komxebata Kurmancîyê. Stenbûl: Weqfa

Mezopotamyayê. 2019

Grimdal, G. /werger Arkelogi och  språk: Det doeuroiska ursprungets gåtan. 1993

Yilmaz, Maruf  Çend Têbinî Li Ser Rêzimanê Kurdî". Stockholm  (Bi amatorî hatiye nivîsîn û têde çewtî pir in). Jîndan.1991. 

Yilmaz, Maruf Alfabeya Kurdî. Stockholm: Jîndan. 1985

(Pir bi amatorî hatîye nivîsîn û çewtî têde pir in, biroşûr).

Kovar

Hêvî, kovara çanda giştî, hejmar 1, îlon. Paris. 1983

Kopîyakirin qedexe ye.

11ê Gulanê 2019

Maruf Yilmaz: [email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin