Hindistanê Qedexeya Derketina Derve Dirêj Kir

Hindistanê Qedexeya Derketina Derve Dirêj Kir

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dîyar kir ku wan qedexeya derketina derve ya jiber vîrusa korona hatîye ragihandin, heta 3’ê Gulanê dirêj kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Hindistanê sê hefteyên berê qedexeya derketina derve ragihandibû û ew qedexe îro Sêşemê nîvê şevê bi dawî dibû.

Modi da zanîn ku jiber qedexeya derketina derve ew ji alîyê aborî ve zarareke mezin de ne û got ku ‘’lê, li Hindistanê ya girîng jîyana mirovan e.’’

Li Hindistanê bi qasî 1,300,000,000 kes dijîn.

Jêderên fermî yên Hindistanê dîyar dikin ku vîrusa korona li wî welatî ketîye canê bi qasî 10,000 kes û 339 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin