“Hilweşandina statûya Kurdistanê wisa hêsan nîne”

“Hilweşandina statûya Kurdistanê wisa hêsan nîne”

Parlementereka YNKê dibêje, bila ti kes xwe bi hilweşandina statûya Herêma Kurdistanê û veguhestina mûçe bo ser Bexdayê nexapîne ji ber ku hêza ti kesî nagihê wê yekê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parlementera kurd û endama firaksyona YNKê li parlementoya Iraqê, Bilêse Cebar Ferman li ser gazî û daxwazîyên hinek parlementerên kurd bo nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û veguhestina mûçeyê karmendên Kurdistanê bo ser Bexdayê nivîsek belav kirîye û gotîye, xelkê nexapînin bi van tiştan ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeka Destûrê û qanûnî ye û ti kes nikare statûya wê hilweşîne. Ji xwe eger bixwazin vê yekê jî bikin gelekî zehmet e.

Bilêse Cebar Ferman her wiha gotîye, eger mûçeyê karmendên Kurdistanê bikeve ser Bexdayê wê çaxê tiştek bi navê hikûmeta Kurdistanê namîne. Ew jî zehmet e çimkî hikûmet û statûya Herêma Kurdistanê yek tişt e û hilweşandina wê gelekî zehmet e. Ji ber wê jî bila hinek kes xelkê nexapînin. Li şûna wan hewlan, bila werin em bi hev re çareyeka bingehîn bibînin û xwe ji vê alozî û kirîzê rizgar bikin.

 Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin