Hilbijartina Herêmî - Adar 2019

Hilbijartina Herêmî - Adar 2019

Mustafa Kalpak

A+A-

Ji beyan û peyamên partîyên PAK, PSK û HAK-PAR tê xuyan kirin; ew destê xwe ji HDPê dişon û nema bi HDPê re behsa tifaqê dikin û tu hêvîyek wan ji HDPê nemaye. Ew dibên: ne sîyaseta qeyumê û ne jî sîyaseta xendekan. Bi gotinek din, ew dibên: Ne AKP û ne jî HDP. 

 

Partîyên kurdistanî, yên bawerî didin hev, dixwazin hevbeş, di nava xwe de hevbendîyekê çêkin û bi namzetên serbixwe beşdarê hilbijartinê bibin.

 

Çima bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartina herêmî dibin? Ma ev pêwitst e? Çima bi HDPê re tifaqa hilbijartinê nabin? Alternatîfên din çine? Berîya hilbijartinê divê bersiva ev pirsana ji raya giştî re objektîf bê zelalkirin û bê dazanînê. 

 

Stratejîyen hilbijartinê yên ku ji hev cûda, dê xwedî çi derfetan be, dê çi netîcan derxîne holê, divê baş bê nirxandin,  bên destnîşankirin û bi raya giştî re bê parvekirin. 

 

                                     2

 

Sê tişt bala min dikşîne û girîng e:

 

Yek, namzetên ku bên destnîşankirin ji hêla Platformên Namzedên Serbixwe ve bê destnîşankirin. Platformên Hilbijartina Herêmî jî, ji kesên welatperwer û demokrat, ji partîyên sîyasî, ji dezgehên sivîl pêk bê û namzet jî bi dawîya muhaweleyeke berfireh şûnde, bê destnîşan kirinê. Ev metod tiştek nû ye. Demokratîk e. Namzetên ku bixwaze bibe serokê beledîyê li ser esasê lihevkirinê tê tespîtkirin. Namzet, ger qezenç ke, dê ew bin kontrola demokratîk de xizmetê bike. 

 

Ya din; xizmetên ku ji namzetên şaredarîyên serbixwe tê xwestin, bi deklerasyoneke, ji raya giştî re bê danasîn. Li kurdistanê alternatîf şaredarî çiye, bersîva wê bê dayîn.  Elbet, deklarasyon divê realîst be, ji kirin û daxwazên mimkûn pêk bê. Naveroka deklerasyonê bi slogan û propaganda ne dagirtîbe, deklerasyon li gorî jîyan û pêwistiya xelkê bê amadekirin. 

 

Ya sisiya; PSK û PAK banga HAK-PARê kirine û dixwazin bi hevbendî di hilbijartinê de tevbigerin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin