Hikûmeta Swedê: Divê rê li ber zewicandina zarokan were girtin

Hikûmeta Swedê: Divê rê li ber zewicandina zarokan were girtin

Hikûmeta Swedê hewl dide rê li ber zewicandina zarokan bigire

A+A-

Hikumeta Swêdê, ji bo rêlibergirtina zewicandina zarokên temenbiçûk yasayeke nû amade kir. Bi vê yasaya ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, zarokên keç ên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, bêyî ku delîlekê pêşkêş bikin dê bikarin doza yasayî li dijî malbatên xwe vekin.


Li gor vê yasayê piştî doz û giliyên wan zarokên keç ên ku ji aliyê malbatên xwe ve bo zewacê zext li wan tê kirin û hewl tê dayîn bo derveyî Swêdê bên derxistin, dewlet bêyî ku li delîlekê binêre, karûbarên yasayî dide destpêkirn û rê nade ku ew malbat derkeve derveyî welat.


Aktîvîstê kurd Şivan Amedî, ragihand ku ew yasaya hatiye derxistin bandorê herî zêde li ser malbatên biyanî dike û got, “Dibe ku ev yasa bikêrî ew kesên ku li dijî penaberan e bê, ji ber ku ev biryar zêdetirîn karîgeriyê li ser malbatên biyanî dike.”
 

Hikûmeta Swêdê, ji bo rêlibergirtina zewicandina zarokên keç di temenekî biçûk de, sala 2014an yasayek derxist. Di çarçova vê yasayê de gelek malbatên kurd ji aliyê hikûmeta wî welatî ve rastî sizayên giran hatin.
Li gor vê yasaya ku nû hatiye pesendkirin, dewlet li gor giliya zarokekî rê li ber geşta wê malbatê digire ku derkeve derveyî Swêdê.


Ev yasa erk dide hêzên ewlekariyê ku lêpirsînê li ser malbatên gumanbar bike. Ango eger gilî û an jî serîlêdana dadgehê nebe jî, dewlet dikare rê li ber wê malbata gumanbar bigire ku derkeve derveyî welat
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin