Hikûmeta Sûriyê: HSD hêzeka terorîstî ye û dixwaze Sûriyê perçe bike

Hikûmeta Sûriyê: HSD hêzeka terorîstî ye û dixwaze Sûriyê perçe bike

Îro li Enqerê, Erdogan û Pûtîn û Rûhanî li ser rewşa Sûriyê dicivin

A+A-

Hikûmeta Sûriyê beriya civîna îro ya Serokên Rûsya û Tirkiye û Îranê, daxuyaniyek tund li dijî YPGê belav kir.

Îro (16 Îlonê) serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dê li Enqerê bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re rûnên û li ser rewşa Sûriyê gotûbêj bikin.

Erdogan û Rûhanî û Pûtîn dê li ser mijarên mîna rewşa Idlibê, rewşa rojhilatê Firatê û hewlên pêkanîna “herêma ewle” û nivîsandina Qanûna Esasî ya Sûriyê gotûbêj bikin.

Balkêş e ku Wezareta Derve ya Sûriyê îro yanê rojekî beriya wê civînê daxuyaniyek tund li dijî hêzên YPG û HSDê belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku HSD hêzeka terorîstî ye û dixwaze Sûriyê perçe bike û rewşeka “defakto” pêk bîne, her wiha bûye peyayê Amerîka û Îsraîl û li djiî Sûriyê kar dike!

Wezareta Derve ya Sûriyê daye xuyakirin, ewê pêşiya hewlên perçekirin Sûriyê bigirin û tevahiya xaka Sûriyê jî terorîstan paqij bikin.

BASNEWS

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin