Hikûmeta Kurdistanê nûnertiya xwe li Enqerê vedike

Hikûmeta Kurdistanê nûnertiya xwe li Enqerê vedike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye nûnertiya xwe li paytexta Tirkiyê-Enqerê veke. Dîplomatek jî dibêje, ev nîşana wê ye pêwendiyên Hewlêr û Enqerê bihêztir dibin.

A+A-

Weku tê zanîn, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu duhî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Di civîn û hevdîtinên rayedarên Kurdistanê û şanda Tirkiyê de, pêwendiyên Hewlêr û Enqerê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de hatin axaftin, her wiha her du aliyan têkesî li ser normalkirina pêwendiyan kirin.

Tê gotin ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze piştî pêkanîna kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî, nûnertiya xwe li paytexta Tirkiyê-Enqerê veke.

Li ser vê mijarê, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji heftenameya Bas re gotiye, di hevdîtinên rayedarên Kurdistanê û şanda Tirkiyê de tiştekî wisa nehat rojevê lê çend sal berê ev mijar hatibû axaftin û Tirkiyê jî rizamendî nîşan dabû lê ji ber alozî û pirsgirêkan pêk nehat. Wê çaxê hatibû gotin ku eger pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê wek berê normal bibin wê çaxê dê nûnertiya hikûmetê li Tirkiyê were vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin