Hikûmeta Kurdistanê bi merc amade ye bo rêkeftina li gel Bexdayê

Hikûmeta Kurdistanê bi merc amade ye bo rêkeftina li gel Bexdayê

Di heyama çend rojên bê de gereke nû ya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê dike. Hikûmeta Kurdistanê jî bi merc amadebûna xwe bo rêkeftinê radigihîne

A+A-

Helkewt Ezîz-RÛDAW

 

Di heyama çend rojên bê de gereke nû ya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê dike. Hikûmeta Kurdistanê jî bi merc amadebûna xwe bo rêkeftinê radigihîne

 

Heftiya bê şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike. Di rojeva wê lîjneya taybet a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji bo gotûbêjên li gel Bexdayê hatiye avakirin, asayîkirina rewşa navçeyên nakok, budce, mûçe û neft hene.

 

Niha ku Hikûmeta Iraqê mijûlî amadekirina reşnivîsa budceya sala 2020an e, Herêma Kurdistanê, dixwaze beşdarî amadekirina projeyasayê bibe ku di parlamentoyê de bêyî pirsgirêk derbas bibe.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî rê kirina wê şanda gotûbêjan, amadebûna xwe ya ji bo rêkeftina li gel Hikûmeta Iraqê ragihand.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad jî dibêje, lijneyek dê serdana Bexdayê bike û diyar dike ku ew niha zêdetir nêzikî rêkeftinê bûne û hêviya wî heye di heyameke nêzîk de herdu alî rêkeftina xwe rabigihînin. Beşîr Hedad herwiha diyar dike ku eger mafên Herêma Kurdistanê bên cîbicîkirin, qerzên kom bûyî bên dayîn û ew pereyên ku pêwîst bû bi Herêma Kurdistanê bên dayîn, ji aliyê Bexdayê ve, Herêma Kurdistanê dê her erkeke yasayayî ya ku dikeve berê wê dê bicih bîne.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mercên, garantîkirina mûçeyên hemû fermanberan, cihgirtina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de, dayîna wan deynên wan kompaniyên ku petrolê li Herêma Kurdistanê berhem tînin, dayîna qerzan, asayîkirina rewşa navçeyên nakok, amade ye li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê rêk bikeve. Ev jî berî destpêkirina gotûbêjan, ji Bexdayê re hatine veguhastin, lêbelê heta niha ji aliyê Bexdayê ve ti bersivek xuya nake û çav li rûniştin û kombûnan e.

 

Parlamenter Behar Mehmûd jî dibêje, kêşe li gel Bexdayê ne tenê mûçe û budce ne û diyar dike, “Belkû kêşeya axa me heye, kêşeya madeya 140 heye ku piştî 16ê Cotmehê, ew kêşe kurtir bûn. Serjimarî û hilbjartina encûmenên parêzgehan li pêş in, kêşeya Pêşmergeyên me heye, kêşeya hikûmraniya hevbeş heye. Divê ev hemû bikevin ser maseya gotûbêjan. Ji ber wê yekê bi şêweyekî giştî em geşbînin ku ev herdu hikûmet bigihine rêkeftinekê, lêbelê dem pêwîst e.”

 

Niha ku Hewlêr û Bexda li ber gotûbêjên çareserkirina kêşeyan in, encamdana serjimariyê û hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê ku Hikûmeta Kurdistanê razî nîne bi wê mekanîzmaya hatiye danîn, birêve biçe, tê çaverêkirin, guftûgo û lihevtêgihijtina di navbera herdu aliyan de paş bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin