Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Çek bi qaçaxî ber bi Îranê ve nayên şandin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Çek bi qaçaxî ber bi Îranê ve nayên şandin

.

A+A-

Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandina çekan ji nav axa Başûrê Kurdistanê bo Îranê red dike û dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye û nahêle asayîşa welatên me yên cîran bi rêya Herêma Kurdistanê xirab bibe. Nûçeyên wiha tenê derew in û nebingeh in.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva hejmarek ji malperên Îranê da û red kir ku ji Başûrê Kurdistanê çek bi qaçaxî ber bi Îranê ve bên şandin.

Di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye û rê nade jî ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê Kurdistanê têk biçe.”

Daxuyaniyê ku li ser navê Berdevkê hikûmeta hatiye belavkirin tê de wiha hatiye gotin: “Çend malperên nûçeyan ên Îranê li ser zarê John Bolton ê ku niha ti posteke wî ya fermî li Amerîkayê nîne, belav kirine ku çek bi rêya bi rêya qaçax ji Herêma Kurdistanê bo Komara Îslamî ya Îranê tên şandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê raporta bêbingeh a ku çendîn car hatiye dubarekirin, red dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye û nahêle asayîşa welatên me yên cîran bi rêya Herêma Kurdistanê xirab bibe. Nûçeyên wiha tenê derew in û nebingeh in.”

Îranê gefa êrîşê li Herêma Kurdistanê xwar

Li gorî ajansa Associated Press,  Fermandarê Supaya Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî roja Duşemê ji bo serdaneke neragihandî ya du rojan gihîşte Bexdayê ku mijara sereke ya civînên wî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ye.

Qaanî ji berpirsên Iraqî re gotiye, eger sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê tund nekin, dê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bikin.

Du berpirsên Şîe, du serokên komên çekdar ên nêzîkî Îranê û rayedarekî bilind ê Kurd ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, ji ajansa nûçeyan a Amerîkî re gotine ku Qaanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk aniye û Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd, hêzên di nav Çarçoveya Hevahengiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tehranê re civiyaye û ji wan re gotiye ku du şertên Îranê hene û eger wan mercan pêk neynin dê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bike.

Hat diyarkirin ku divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê çekên xwe daynin.

Duyem jî, divê artêşa Iraqê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê were bicihkirin da ku Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor derbas nebin.

Îran partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi handana xwepêşanderan li dijî hikûmetê û şandina çekan bo nav Îranê tohmetbar dike lê hikûmetê heta niha ti belge bo piştgîriya wan îdiayan pêşkêş nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin