Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Tirkîyê kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Tirkîyê kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeranîya xwe li hember biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û raportên behsa egera êrîşa tekalî ya Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê derbirî.

A+A-

Nêrîna Azad

 

Hikûmeta Herêma Kuridstanê di daxuyanîyekê de daxwaz ji Tirkîyê de wek endameke Hevpeymanîya Navdewletî di şerê li dijî terorê de, ti gavekê neavêje, ku bandorên li ser pêşketina şerê li dijî DAIŞê bike û metirsîyê li ser kontrola derketina çekdarên terorist yên destserkirî bike.

Di daxuyanîyê de hat, “Encamên her alozî û pêşhateke leşkerî dê bandora wê bo derveyî sînorê Sûrîyê jî hebe û dibe rewşekê dirust bike, bibe sedema vegera DAIŞê û koçberbûna hejmareke mezin ji xelkê, ji ber wê gelekî pêwîst e hemû alîyên pirsgirêkê û bi hêzên Kurdî ve jî bi riya guftûgo û diyalogê rewşê aram bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, pêwîst e çareserîyeke sîyasî ya giştgîr ku mafê hemû welatîyên Sûrîyê û Kurd jî di nav de parastî bin bê dîtin.

Amaje bi wê jî da, “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî teroristên DAIŞê qurbanîyên giran danîn û niha jî mêvandarîya milyonek û sed hezar penaber dike, ku piranîya wan ji dest wê qeyranê ve berê xwe dan Herêma Kurdistanê, erkê civaka navdewletî ye jî rê li ber pêleke din a koçberîyê bigire.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîyar kir jî, ew di demekê de bi berdewam û ji nêzîk ve çavdêrîya rewşê dike, di riya çendîn kenal ve jî kar li ser wê pirsê dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin